Çalakiya nobetê ya Mexmûrê di roja 860’an de didome

Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 168’emîn, di roja xwe ya 860’an de didome.

Mexmûr – Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 168’emîn, di roja xwe ya 860’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 167’emîn Gulê Urek daxuyaniyek xwend.

‘Rêber Apo wê di kesayeta jin de civakê azad bike’

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin ku fikir û felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiyê mîsoger dike û wiha hat gotin: “Rêber Apo bi pênç parêznameyên xwe Modernîteya Demokratîk li hember modernîteya kapîtalîst avakir. Îro jî bi manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ di kesayeta jin de civakê azad bike û dawî li desthilatdariya zilam û talana kapîtalîzmê bîne.”

‘Wê têkoşîna me berdewam bike’

Di dawiya daxuyaniyê de biryardariya berdewamkirina têkoşînê bi van gotinan hat ser ziman: “Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Çawa ku Rêber Apo gotiye ‘zarokên Mexmûr zarokên min in’, wek xwendekar û zarokên Mexmûr wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna me berdewam bike.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 168’emîn û dirûşmeyan dawî bû.