Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê bi biryardarî didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) a bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi dewirgirtina koma 51’emîn didome.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmeha 2023’an de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin. Çalakî bi dewirgirtina koma 51’emîn û biryardarî didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 50’emîn Nûrcan Avyanî axivî.

‘Wê ev sal bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’

Nûrcan Avyanî diyar kir ku wek gelê Kurd heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê mîsoger kirin ewê dev ji çalakiyên xwe bernedin û got: “Ev 26 salin Serokatî di girtîgeha Îmralî tê ragirtin û tecrîd herku diçe girantir dibe. Bi tu şêweyî parêzer jî nikarin li gel Rêbertî hevdîtinê pêkbînin. Bila dewletên yekbûyî xwedî li erkê xwe derkevin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo neyê mîsoger kirin em dev ji çalakiyên xwe bernadin. Em çalakiyên girtiyên girtîgehan jî silav dikin û wê ev sal bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûmeyan bi dawî bû.