Çalakiya nobeta “edaletê” di roja 250’an de ye
Têkoşîna “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a du kur û hevjînê xwe windakirî û kurtek wê jî di girtîgehê de ne li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar dayî despêkirin di roja 250’an de dewam dike.
Riha – Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 250’an de berdewam dike. Ji ber dawiya heftê ye malbat çalakiyê li mala xwe ya navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 250’î de didome . Sedemê bilindbûna dolar a 10 lîreyî ne aborî ye, rêveberiya xerab e. Revîna sermayeyê ya ji bêhiqûqiyê ye. An edalet an îstifa.”