Çalakiya nobeta “edaletê” di roja 187’an de ne

Çalakiya nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 187’an de dewam dike.

Riha – Emîne Şenyaşar a di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî 9’ê Adarê li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta “edaletê” kirin. Ji ber îro Edliyeya Rihayê girtî ye malbatê li mala xwe ya Pirsûsê çalakiya xwe berdewam kir. 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê ev peyam parve kir: “Dayika ku du law û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatine qetilkirin, li ber edliyê her hewar û qîrîna wê vediguhere dozê. Rojane doz lê tên vekirin û gazî wê dikin ku biçe îfade bide. Helbet wê ev zil mli cihekî bisekine.”