Çalakiya mamosta û xwendavanên Zanîngeha Silêmanî dewam dike
Ev sê roje fermanber û mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê çalakî di nava çalakiyê de ne û rêya sereke ya Silêmanî û Kerkukê girtine.
Silêmanî- Xwendekar û mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê ji ber nedana muçeyan sê rojin li ber deriyê qampa nû ya Zanîngeha Silêmaniyê çalakî li dardixin û rêya Silêmanî û Kerkukê girtine, xwendevanên zanîngehê jî îro bejdarî çalakiyê bûn û daxwaza mafê mamostayan kirin.
Ev dû rojbû mamosta û fermenberên qampa konê zanîngeha Silêmanî, fermanberên rêveriya giştî ya rewşenbirên Silêmanî çûn ber deriyê banqa herêmî, mamostayên zanîngeha Germiyan, fermanberê Helepçe çalakî li dar xistin û nerazîbûna xwe nîşan dan.
Ev demeke li gora listeya belavkirina muçeya ji aliyê wezareta darayî ya hikumeta herêma Kurdistanê diviya bû beriya cejna Remezanê muçeyê fermanber û mamostayan were belavkirin, lê belê bi hêceta nebûna muçeyan di banqên sînorê Silêmaniyê de muçeyê gelek wezaretan li gel yê xanenîşan nehat dayîn.