Çalakiya li Mexmûrê bi biryardariyek mezin didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev nêzî sê salane bê navber didome, îşev ji aliyê koma 186’emîn ve hat dewirgirtin.
Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 186’emîn, di roja 952’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 185’emîn Sosin Esîrîk daxuyanî xwend.
‘Em deyndarê Rêbertî ne’
Di destpêka daxuyaniyê de li ser armanca çalakiyê û ev tişt hat gotin: “Em bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiyê de ne. Wek jin û ciwan em xwe deyndarê Rêbertî dibînin. Ji ber wê yekê em hemu çalakiyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêktînin û vê yekê jî erka xwe ya bingehîn dibînin.”
‘Bi fikrên Rêbertî û têkoşîna gelê Kurd wê pêvajo serbikeve’
Di daxuyaniyê de hat gotin pêvajoya ku wek gelê Kurd tê re derbas dibin dîrokî ye û wiha hat gotin: “Em di pêvajoyek hesas re derbas dibin û em dizanin ku wê ev pêvajo bi paradîgmaya Rêbertî serbikeve. Ji ber ku hemu fikir û nêrînên wî ji bo kaosên di Rojhilata Navîn de, çareserî ne. Herwiha ji aliyê dewletê ve ji bo pêşvebirina pêvajoyê ti gav nayên avêtin. Ger windahiyek çêbibe wê tevayî gelê li Tirkiyê jî windahiyên mezin bidin. Ti pirsgirêk bi şer çareser nabin. Em jî bi hêvî ne ku wê bi fikir û ramanên Rêbertî û têkoşîna gelê Kurd wê ev pêvajo serbikeve. Wek wargeh jî wê hemu çalakiyên me li ser vê yekê bin.”
Merasîma dewirgirtinê bi dewirgirtina koma 186’emîn û dirûşmeyan dawî bû.