Çalakiya konvedanê ya li pêşiya NY di roja 20’an de didome
Çalakiya Konvedanê ya HPC-Jin di roja xwe ya 20’an de didome. Gaziyên şer û koçberên kampan, piştigiriya dan çalakiyê.

Qamişlo - Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin a bi armanca pêşîlêgirtina êrişên dewleta Tirk a li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûrî û şermezarkirina bêdengiya NY ya li hemberî van êrişan hatibû destpêkirin di roja 20’an de didome.
Di roja 20’emîn a çalakiya konvedanê de Federasyona Gaziyên Şer a Herêma Cizîrê û koçberên kampa Newroz û Waşûkanî piştgirî dan çalakiya ku bi pêşengtiya HPC-Jin hatiye destpêkirin.
“Kampên koçberan ji aliyê dewleta Tirk ve tên topbarankirin”
Xelat Xelîl a ji kampa Waşûkanî ye, der bare çalakiyê xwe de wiha got: “Em êrişên dewleta tirk û hevkarên wî şermezar dikin. Ev dewleteke hov e, zarok, jin û gelê herêmê di qetilama re derbas dike. Erdogan çi ji me dixwaze? Kampên koçber an jî ji aliyê dewleta tirk ve tên topbarankirin. Em di bajarê xwe de bûn, deweta Tirk a dagirker em koçber kirin, heya em di kon û kampan de bi cih bûn. Wekî Kampa Waşûkanî piştgiriya vê çalakiya pîroz dikin.”
“Em naxwazin ku senaryoya koçberiyê werê dûbarekirin”
Xelat Xelîl got ew ê nehêlin rewşa koçbertiyê were dûbarekirin û wiha bi dawî kir: “Em ê nehêlin ku armanca dewleta tirk bigihêje serî, xwediyê maf û dozê jî em in û ji doza xwe nayên xwar. Em wekî gelê Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê bi sebaba dewleta tirk hatin koçberkirin. Lewra em naxwazin ku herêmên me yên din bên dagirkirin û gelê me koçber bibe.”