Çalakiya konvedanê li Sêmalkayê di roja xwe ya 85’an de didome
Jinên ku tevlî çalakiya konvedanê ya li Sêmalka bûne daxwaz kirin ku hikumeta Başûr cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike û derfetê nede dewleta tirk fitneyê di nav gelê Kurd de çêbike.
Qamişlo- Di meha Îlonê de, li herêma Xelîfan a Başûrê Kurdistanê, di kemîneke plankirî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de 5 şervanên azadiyê hatin şehîdxistin û şervanek jî bi birîndarî dîl hat girtin. Bi daxwaza radestkirina cenazeyên şehîdan û şermezarkirina kiryar û siyasetên (PDK) Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li ber dergehê Sêmalka yê di nevbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê de çalakiya konvedanê li dar xist. Malbatên şehîdan, şêniyên herêmê, saziyên civaka sivîl û rêxistinên mirovî û huqûqî serdana vê çalakiyê dikin û piştgiriyê didin vê çalakiyê. Hêjayî gotinê ye ku çalakî dikeve roja xwe ya 85’an û bidawîbûna wê jî ne diyar e. Der barê vê mijarê de, jinên ku tevlî çalakiyê bûne, ji ajansa me re axivîn.
“Rondikên dayikan di çavên wan de zuha bûn”
Hevseroka Yekitiya Kedkaran a bajarê Qamişloyê Leyla Meo dibêje ku rondikên dayikan di çavên wan de zuha bûne hingî li benda cenazeyên zarokên xwe mane û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ev cara pêncemîn e ku em tevlî çalakiya konvedanê ya li Sêmalka dibin. Em daxwaz dikin ku şehîdên me yên bi destên îxanetkaran hatin kuştin radestî me bikin. Em naxwazin ku destên birayên me yên Kurd di vê îxanet û kiryarê de hebe. Bila bi rengekî demokratîk cenazeyên şehîdan radestî me bikin. Ji gelê Kurd tê xwestin ku şiyar be, ji ber ku dewleta tirk dixwaze Kurd bi destên Kurdan werin îmhakirin. Em naxwazin navê Kurdan bi îxanetê were naskirin. Başûrê Kurdisatn jî beşek ji Kurdistanê ye û her çar parçeyên Kurdistanê yek in. Ewqas dem derbas bû lê heta roja îro ev şehîd radestî malbatên wan nehatine kirin. Em bi hêvî ne ku van şehîdan radestî malbatên wan bikin, rondikên dayikên wan di çavên wan de zuha bûn. Em naxwazin ku talîmatên Başûr ji dewleta tirk û Erdogan be divê bê teredûd hukumeta Başûr, şehîdên li gel xwe teslîm bike. Em hema wisa nehatine vê derê, em bawer in ku şehîdên me di destên hikumeta Başûr de ne, loma li vir in.”
“Em naxwazin hikumeta Başûr derfetê bide dewleta tirk ku fitneyê derxe”
Endama Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Hesîna Ehmed diyar kir ku ew naxwazin rê li ber dewleta tirk were vekirin ku fitneyê di nav gelê Kurd de biafirîne ji ber ku ev yek ne li gorî berjewendiyên gelê Kurd e û wiha pêde çû: “Redkirin û neqebûlkirina radestnekirina hikumeta Başûr a cenazeyên van şehîdan, xizmeta djiminên gelê Kurd dike û nakeve xizmeta me. Kiryarên bi vî rengî, fitneyê û tiştên neyînî di nav gelê Kurd de diafirînin û derdixin holê. Em wekî gel, naxwazin hikumeta Başûr rê li ber dewleta tirk veke ku fitneyê di nav me de çêbike. Dewleta tirk dixwaze em li hemberî hev derkevin û doza xwe ya sereke ji bîr bikin û heta astekê em dibînin ku armanca dewleta tirk gihîştiye serî ku îro hikumeteke wekî Başûr ku divê pişt be ji welatiyên Kurd re, li hemberî wan disekine û planên dewleta tirk dibe serî.”
“Bila hikumeta Başûr dengê me bibihîze”
Hesîna bang li hukumeta Başûr kir û got ku divê cenazeyan radestî malbatên wan bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro em li Rojavayê Kurdistanê çavên me li wan e ku bibin destek ji Rêveberiya Xweser re ne ku bibin dijmin ji me re, li dijî me rabin û rê li ber me bigrin. Em ne li dijî hikumeta Kurdistanê ne, em bang lê dikim û dibêjin cenazeyên me radestî me bike. Ji hukumeta Başûr tê xwestin ku helwesta xwe ji gelê Kurd re bide nîşandan. Gel her tiştî dibîne û tehlîl dike û dibêje gelo çima ev tişt di navbera Kurdan de çêdibin. Bi taybetî, bûyera ku beriya demekê çêbû li ber dergehê Sêmalka ku şereke di navbera PDK û Tevgera Ciwanên Şoreşger de çêbû, ev tişteke nebaş e ji bo me Kurdan. Îro cîhan bi giştî li me dinêre û her tiştî dibîne, ji bo wê pêwîst e em bibin yek. Her wiha em ji Başûr re dibêjin ku ev kiryar ne layîqî şoreşê ne û ne jî layiqî xwîna şehîdên me ne. Em bi hêvî ne ku hikumeta Başûr, helwesta xwe biguherîne û cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike û em wekî saziyên civaka sivîl bi vê aramancê tevlî çalakiyê bûne.”