Çalakiya dayikên li ber Deriyê Sêmalka di roja 100’î de ne
Jinên beşdarî çalakiya konê li ber Deriyê Sêmalka bûne dibêjin ku tevî 100 roj derbasbûn jî heta niha deng ji hukumeta Başûr nayê. Her wiha girtina deriyê Sêmalka li ser welatiyên Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Malbatên şervanên HPG û YJA Starê yên ku di meha Îlonê de li Herêma Xelîfan a Başûrê Kurdistanê, di kemîneke plankirî de ji aliyê PDK’ê ve hatin şehîdxistin heta roja îro cenazeyên wan nehatine radestkirin, tevî sir û sermayê jî çalakiya xwe ya girtina cenazeyê zarokên xwe dewam dikin. Tevî ku ev çalakî dikeve roja xwe ya 100’î jî dîsa bêdengiyek heye û tu kes ji hukumeta Başûr xwe berpirsyarê vê bûyerê nabîne. Hêjayî gotinê ye ku ev nêzî mehek e ku hukumeta Başûr Deriyê Sêmalka li ser welatiyên Rojavayê Kurdistanê girtiye, tevî rewşên nexweşiyê jî kes nikare derbas bibe. Der barê vê yekê de jinên ku tevli çalakiya kon ê li ber Deriyê Sêmalka bûne, ji ajansa me re axivîn.
"Divê Deriyê Sêmalka were vekirin"
Îman Mehmûd a ji Qamişloyê destnîşan kir ku deriyê Sêmalka ji bo pêdiviyên mirovî ye divê tu carî neyê girtin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ji roja danîna konê li ber deriyê Sêmalka ve gel beşdarî vê çalakiyê dibe. Îro me jî serdane çalakiya konvedanê kiriye ji bo daxwaza radestkirina şehîdên me yên di destên hukumeta Başûr de. Çalakiya me dikeve roja xwe ya 100’î û heta vê kêliyê deng ji hukumeta Başûr nayê. Mixabin li ser van kiryaran jî deriyê Sêmalka hat girtin ku tu îzahata vê kiryarê tune ye ji ber ku gere mijarên siyasî tevlî karên mirovî nebin. Deriyê Sêmalka, têkildarî rewşeke mirovî ye û gere neyê girtin. Ev derî ji bo nexweş, tîcaret û pêdiviyên mirovî ye û şaşîtiyeke mezin e ku li ser hejaran hatiye girtin. Ne tenê cenaze li wir asê mane lê belê psîkolojiya gel jî dişkînin bi girtina deriyê Sêmalka. Em jî dibêjin ku em berdewam dikin heta radestkirina cenazeyên şehîdên me û tu car serma û germahî bandorê li moralê me nake.”
"Çapemeniya hukumeta Başûr rastiyê dernaxe"
Cîhan Umer ku ji gundê Tepikê yê girêdayî Dêrikê kiryarên PDK’ê û çapemeniyê pê ve girêdayî ku rastiyê dernaxe û ne bi rengekî azad dixebite şermezar kir û wiha pêde çû: “Çalakiya konvedanê ya Sêmalka dikeve roja xwe ya 100’î û heta niha weşanên hukumeta Başûr ev çalakî ranegihandine. Daxwaza me radesetkirina cenazeyên şehîdên me ye û ji bilî vê yekê em tu tişt naxwazin. Em dijminatiya Başûrê Kurdistan nakin, em şerê birakujiyê naxwazin, ji bo vê yekê jî gere ew jî zirarê negihîjînin birayên xwe yên Kurd. Heta ku cenazeyan teslîmî me nekin em konê xwe ranakin.”
"Em hemû pêkhate ji bo vê daxwazê di vê çalakiyê de ne"
Hîro Îbrahîm a Ermenî jî dibêje ku hemû pêkhate destek didin û ji bo armancek li vê çalakiyê ne û wiha axivî: “Ev konê şeref û namûsê ye û em dev jê bernadin û nadin sekinandin. Dayikên şehîdan daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin. Em ji hemû pêkhateyan tevli vê çalakiyê dibin û piştgirtiya wê dikin, hemû pêkhate çi Ermenî, Kurd, Ereb, Xirîstiyan û Tirkmen hemû birayên hev in û gere ev kiryar neyên kirin der heqê birayên me yên Kurd de. Her wiha Sînorê Sêmalka ne ayidî malbatekê yan jî aliyekî ye, ev sînor ê Başûr û Rojava herdûyan e û welatiyên her du aliyan ji girtina wê bi bandor dibin. Em hemû bira ne û pêwîst e em kêfa Erdogan li xwe neynin. Ji bo ku birakujî û fitne nekeve navbera Kurdan, pêwîst e hukumeta Başûr cenazeyan radestî me bike.”