“8’ê Adarê ji bo me jinan roja tolhildanê ye”

Jinên Êzidî bang li hemû jina kirin ku ji bo 8’ê Adarê roja bilindkirina têkoşînê li qadan bin.

NÎSAN JÎNDA
Şengal - Jinê Êzidîyên piştî fermanê dibiniya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de xwe di her qada jiyanê de rêxistin kirine bi amadekarî dikevin 8’ê Adarê. Jinan ji nava Şengalê despêkirine heta hemû gundewaran afîşên 8’ê Adarê daleqandine û hemû jin vexwendine şahiyê.
 “Divê em jin di 8’ê adarê de hêza xwe nîşanbidin”
Endama TAJÊ Emîne Şengalî bal kişand li ser fermana 3’ê Tebaxa 2014’an û got: “Ji bo me jinên Êzdî di vê rojê de bi awayê herî girseyî li gel hev buyîn bersive ji dijminê me re. Ji ber di fermanê de em hatin tunekirin ji bo wê divê dijminên bawerî û çanda me hêz û vîna me bibîne. Ez roja jinên Cîhanê li tevahî jinan pîroz dikim û bang li tevahî jinan dikim ku xwedî li mîrasê tevgera jinan derbikevin.”
“Berê me hêza xwe nedizanî ji lewra ji aliyê mêran ve dihatîn perçiqandin”
Jina ciwan Nisrîn Hisên jî bal kişand li ser yekbuna jin û got: “Em jin ji aliyê mêran ve hatibun çewisandin, piştî me fikrê Rêber Abdullah Ocalan nasî me di gelek waran de pêşiya aqilyeta mêr û dewletê girt. Em dikarin ji vê zêdetir bikin ji bo wê di roja 8’ê Adarê de yekbuna xwe nişandan ji bo me giringe.”
“8’ê Adarê roja tolhildana jinê ye”
Endama TAJÊ Nîsan Hecî jî got xwedî derketina li 8’ê Adarê xwedî derketina li ket û vina jinan a ji kevnariya dîrokê ye û kêfxweşiya xwe ya ji bo vê rojê wiha anî ziman: “Em weke jinên Êzidî giringiyek pir mezin didin vê rojê. Ji ber ku di vê roj weke civaka Êzîdî ne ji mêj deye ku me ev roj naskirî. Weke jina Êzidî piştî fermanê me têkoşîna xwe bi hêz û rêxistin kir. Ji bo wê ev roj netenê rojeke şahiyê ye, ev roj roja tolhildana jinên di berdêla azadiyê jinê de canê xwe dane.”
Wedha Reşo jî 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got: “Em ji niha de amadekariyên xwe yên 8’ê Adarê dikin. Em afîşan li herdeverê Şengalê didaleqînin. Em hêvî dikin ku yek jin wê rojê li malên xwe nemînin hemû li qada şahiyê kom bibin û em roja jinê li wê deverê pîroz bikin.”