8 astronotên jin ên Tûnisî ji bo çûyîna fezayê bûn namzet
Şîrketa teknolojiyê Telnet Holding ragihand ku ew ê yekem astronota jin a Tûnisê bişîne fezayê. Astronot dê ji lîsteyek kurt a ji 8 namzetên jin, ku hemû ji Dibistana Hewayî ya Borj Al-Amri wek pîlotên şerker mezûn bûne, were hilbijartin.

Navenda Nûçeyan – Şîrketa teknolojiyê Telnet Holding ragihand ku ew ê yekem astronota jin a Tûnisê bişîne fezayê. Li gor nûçeya Middle East Monitorê, namzeta serketî yê ku were hilbijartin, di heman demê de dê bibe yekem kesê ku jî Afrîqayê derketiye fezayê û ji bo di Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS) ya ku ji bo sala 2024’an tê plankirin de bixebite, were hilbijartin.
8 jin wek namzet hatin hilbijartin
Astronot dê ji lîsteyek kurt a ji 8 namzetên jin, ku hemû ji Dibistana Hewayî ya Borj Al-Amri wek pîlotên şerker mezûn bûne, were hilbijartin.
Navên namzedan wiha ye: Hala Awassa, Ibtihal Youssef, Wafa El-Baldi, El-Yomna Dalali, Olfa Lajnef, Rahma Trabelsi, Hind Safferi û Malika Mebrouk.
Dê testên tibî û fîzîkî bên çêkirin
Daxuyanî, di dîroka 13'ê Tebaxê ku li welatê Bakûrê Afrîkayê Roja Jinan e, bi merasîmekî hat dayîn. Midurê giştî yê Telnet Mohamed Frikha got ku namzetan hem li Tûnisê û hem jî li derveyî welêt dê "di demek nêzîk de bi awayekî berfireh ji testên tibî û fîzîkî derbas bibin." Piştê jî ji bo çûyîna Rûsyayê du namzet werin hilbijartin. Li wir dê salekê li navendên perwerdeyê yên Ajansa Fezayê ya Rûs beşdarî perwerdeya taybet bibin.
“Rûmeta jinên Tûnisî ye”
Namzeda ku di sala 2024’an de ji bo pêkanîna peywirê were hilbijartin dê di qada fîzîk û derman de jêhatî be. Her wiha Mohemed Frîkha wiha axivî: “Dê erk 10 rojan bidome û namzedan rûmeta jinên Tûnisî ku nûnertiya wan dikin e. Namzedbûna wan delîlek wêrekî û daxwaza wan a rûmetkirina welatê xwe ye.”
Werger: NuJINHA