69 xizmên girtî hatin berdan

69 kesên ku di çalakiya final ya nobeta edaletê ya Kadikoyê de bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin, îro serê sibê hatin berdan.

69 xizmên girtî hatin berdan

 

Stenbol - Nobeda edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û yên ku berdana wan hatine taloqkirin ve hatibû destpêkirin û 1 sala xwe temamkir dewam dike, di hefteya 39'emîn de bi meşa ku li Kadikoyê bi dirûşmeya “Ji bo girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin azadî, bila tecrîd bi dawî bibe” hat pêkanîn, bi dawî bû.  Di çalakiyê de 69 kes bi kelepçe û îşkenceyê hatin binçavkirin.

Îfadeya 69 kesên ku birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê piştî saetên dirêj hat girtin. Kesên hatine binçavkirin piştî ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyên li Bayrampaşa, Eyûb, Kagîthane, Gazîosmanpaşa, Bagcilar û Avcilarê hatin berdan.