550 daxwaznameyên mamosteyên bi peyman bêencam man
Mamosteyên bi peyman ji du hefte zêdetir e baykota dibistanê kirine û didin diyarkirin ku nêzî 550 daxwazname pêşkêşî aliyên pêwendîdar kirine, biryar heye ku roja sêşemê rûniştina parlamentoyê li ser mamosteyên bi peyman pêk were.
TEWAR PÊNCEWÎN
Silêmanî- Mamosteyên bi peyman li bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê ev du hefte zêdetir e ji bo bi fermî werin tayînkirin di nava çalakiyan de ne û baykota dibistanê kirine. Dibêjin heta ku em bi fermî neyên tayînkirin em dest ji çalakiya xwe bernadin. Mamosteyan bi bîr xist ku 45 caran çalakî li darxistine û heta ku daxwazên wan neyên bicihkirin ew dest ji çalakiyên xwe bernadin.
“Hemû daxwazên me bêbersiv mane”
Mamosteya bi peyman Pexşan Osman da zanîn ku nêzî 550 daxwazname radestî aliyên pêwendîdar kirine û heta niha jî tu bersivek nedane û wiha got: “Em weke mamosteyên bi peyman 45 car in me çalakî li dar xistine û ev du hefte zêdetir e çalakiyên me berdewam dikin. Heta niha em li gel aliyên pêwendîdar qerta perwerde, wezareta darayî û endamên parlamentoya me daxwazên xwe jê re gotine û 550 daxwazname radestî wan kiriye lê belê ev hemû bêbersiv mene. Sala 2020’an biryar bû ku wezareta darayî û perwerde kom bibin û biryarek li ser çarenûsa mamosteyên bi peyman bidin lê belê heta niha jî kom nebûne. Heta ku em negihîjin aramanca xwe û bi awayekî fermî tayîn nebin wê çalakiyên me berdewam bikin.”
“Kesek derdê mamosteyên bi peyman fam nake”
Mamosteya bi peyman Sena Emer dibêje: “Ez li gel zaroka xwe beşdarî çalakiya mamosteyan bûme, ji du hefte zêdetir e çalakiya me berdewam dike. Kesek derdê mamosteyên bi peyman fam nake, ez di wê hêviyê de me ku çalakiya me encam bigre û em bi awayekî fermî tayîn bibin. Ez daxwaz ji mamosteyên bi peyman dikim ku hemû dakevin qadan çiqas hejmare zêde be em ê encamek baştir bi dest bixin.”
“Mamosteyên bi peyman dikarin werin tayînkirin”
Endama parlamentoya fraksiyona komeleya dadgera Kurdistanê Bedriya Îsmaîl da diyarkirin ku ew li gel serokatiya parlamentoyê axivîne, wê parlamento li ser pirsa mamosteyên bi peyman kom bibe û got: “Em hewl didin roja sêşemê rûniştina parlamentoyê li ser çarenûsa mamosteyên bi peyman li hev kom bibin, em dibêjin serokê hikumetê jî dikare di nava 200 hezaran de 22 hezar mamosteyên bi peyman werin tayînkirin.”
Rûnîştina parlamentoyê wê li ser mamosteyên bi peyman be
Mamosteyên bi peyman ev ji du hefte zêdetir e li Silêmanî, Seyîdsadiq, Helepçe, Germiyan, Ranya û gelek deverên din di nava çalakiyan de ne û daxwaza mafê xwe dikin ku bi awayek fermî tayîn bibin.
Biryar heye roja sêşemê 26’ê Cotmehê bernameya sereke ya parlamentoya herêma Kurdistanê guftokirina li ser rewşa mamosteyên bi peyaman be.