“50 mîlyon mirov di koletiya nûjen de dijîn”
Gelek kar weke koletiya nûjen û bazirganiya mirovan tên hesibandin û di van salên dawî de bi awayekî berçav belav bûye û qurbaniyên wê zêde jin û jinên koçber in.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî, Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî û rêxistina mafên mirovan Walk Free raporeke hevpar a bi sernavê "Têxmînên herî dawîn ên gerdûnî yên koletiya nûjen" weşandin û tê de rêjeya bilind a karkirin û zewaca bi darê zorê di 5 salên dawî de eşkere kirin
Di raporê de hate gotin ku nêzîkî 50 mîlyon kes di sala borî de di koletiya nûjen de dijiyan, ji wan 28 mîlyon mexdûrên karkirina bi darê zorê û 22 mîlyon jî mexdûrên zewaca bi zorê bûn.
“Sektora taybet ji sedî 86 ji haletên karkirina bi darê zorê dihewîne”
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî Guy Ryder wiha got: “Tiştê metirsîdar e ku rewşa koletiya nûjen baş nebûye. Ti tişt nikare berdewamiya vê binpêkirina bingehîn a mafên mirovan rewa bike. Ji bo ku ev şiklê binpêkirina mafên mirovan ji holê rabe divê xebat bên kirin. Sektora taybet ji sedî 86 ji haletên karkirina bi darê zorê dihewîne. Îstîsmara zayendî ya bi darê zorê ya bazirganî ji sedî 23, an jî ji her pênc mexdûran 4 jê jin in. Karkirina bi darê zorê ji aliyê dewletê ve jî ji sedî 14 e.
Li herêma Ereban rêjeya zewaca bi zorê herî zêde ye
Di sala 2021’an de, statîstîkan texmîn kir ku 22 mîlyon kes di zewaca bi zorê de dijîn û ev yek li gorî texmînên 2016’an ji sedî 6,6 zêde bû û ev yek li welatên Ereban û Afrîkayê zêde ye.
Di raporê de hate diyar kirin ku zêdetirî ji sedî 85 ji zewacên bi zorê ji ber zexta malbatê ne û ji sedî 65 li Asya û Pasîfîkê ne.
Li herêma Ereban rêjeya zewaca bi zorê herî zêde ye, ku ji her 1000 kesî li herêmê 5 kes bi zewaca bi zorê dijîn.
Koçber qurbanî ne
Karkerên koçber sê caran bêtir ji karkerên din rastî karkirina bi darê zorê tên û koçberiya neqanûnî an jî kiryarên kar ên neheq û ne exlaqî koçberan dixe xeterê.
Tedbîrên bilez ji bo bidawîkirina koletiya nûjen
Di raporê de komek daxwaz hatin kirin ji bo ji holê rakirina koletiya nûçen, di nav wan de başkirina sepandina qanûnê, bidawîkirina karkirina bi darê zorê ya dewletê, tedbîrên bihêztir ji bo têkoşîna li dijî karkirina bi darê zorê û bazirganiyê, dirêjkirina parastina civakî, xurtkirina parastina qanûnî, zêdekirina temenê qanûnî yê zewacê bo 18 salî, çareserkirina metirsiya bazirganiyê û xebata bi darê zorê ya karkerên koçber û zêdekirina piştgirî ji bo jin û keçan .