32 partî û rêxistin: Berpirsiyarê qetlîamê dewleta Tirk e

32 partî û rêxistinên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî qetilkirina 4 Kurdên ku dixwestin Newrozê pîroz bikin, li Cindirêsê ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, daxuyaniyek dan.

Navenda Nûçeyan- Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 4 Kurdên ku dixwestin Newrozê pîroz bikin qetil kirin. 32 partî û rêxistinên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê qetlîamê de li pêşiya Navenda Lêkolîn û Têkiliyên Dîplomatîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Qamişloyê daxuyaniya çapemenî dan.Hevserokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed bi zimanê Kurdî û endamê Partiya Muhafezekaran Ekrem Mehşûş bi zimanê Erebî daxuyanî xwend.

‘4 welatî şehîd bûn û hin jî birîndar bûn’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi dijminatiyeke hov, komeke leşkerî ya koma Ehrar El Şerqiye ya terorîst a girêdayî artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyî gule li komeke welatiyên me yên Kurd ku agirê Newrozê li Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî dadidan, barandin. Di encamê de 4 welatî şehîd bûn û hin jî birîndar bûn. Ev sûc, rastiya li herêmên ji hêla hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, rastiya herêma Efrînê eşkere dike. Efrîn ji 5 salan ve êşên qetilkirin, girtin, îşkence û dizînê ji hêla çeteyên ji bermahiyên DAIŞ'ê, El Nusra û komên din ên terorîst ku dewleta Tirk anîne van herêman, dikişîne. Ji wê zêdetir jî dewleta Tirk malbatên van komên çekdar anîn li cihên Kurdan bi cih kirin da ku demografiya herêmê biguherin.

Ji rêxsitinên navneteweyî re bang

Dewleta Tirk ku dewleteke dagirker e û Îtîlaf jî sparteka siyasî ya dagirkeriyê ye, her du berpirsên vî sûcî ne, her wiha berpirsên êşên li wan herêman pêk tên. Her wiha hewlên wan ên beraetkirin û tawanbarkirina li komeke çekdar, tenê nixumandina rastiyan û rewşa trajedîk a li herêma Efrîn û herêmên din ên dagirkirî yên li bakurê Sûriyeyê ne. Em partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em bang li civata navneteweyî, nexasim Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsyayê dikin ku bi lez tev bigerin û dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û tevahî bakurê Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk ve bi dawî bikin.

Banga bilindkirina têkoşîn ê

Em bang li tevahî gelên Sûriyeyê dikin ku ji bo dawîkirina dagirkirina xaka Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve têkoşînê bilind bikin û li kêlek serhildana şêniyên Efrînê bisekinin û destekê bidin xwestekên wan ên rewa û vegera koçberan. Ev sûc di demekê de hat ku girîngiya lezbûna pêkanîna biryara navneteweyî ya 2254'an eşkere bike û gihandina li çareyeke mayînde ya krîza Sûriyeyê bi rêya beşdarbûna tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di xebata dan û standinan de, pêkanîna armancên xwe gihandina welatekî demokratîk ê nenavendî ku tê de edalet, azadî û wekhevî hebe.”

Partî û rêxistinên siyasî yên li ser daxuyaniyê îmze kirine wiha ye:

Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Kesk a Demokratîk, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî, Tevgera Guhertinê ya Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Yekitiya Karkeran a Kurdistanê, Desteya Nîştimanî ya Erebî, Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê, Partiya Rêkeftin a Demokrat a Kurdî ya Sûrî, Tevgera Çaksazî ya Kurdî-Sûriye, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Yekitiya Nîştimanî ya Azad-Rojava, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star, Partiya Muhafazkaran a Demokratîk, Partiya Têkoşîna Demokart, Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê, Desteya Koordîneyê ya Nîştimanî (Tevgera Guhertinê ya Demokartîk), Partiya Yekitiya Suryan, Partiya Sûriya Pêşerojê, Şepêla Çep a Şoreşger li Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê.