3’yemîn Kongreya Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriye ya Pêşerojê destpê kir

3’yemîn Kongreya Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriye ya Pêşerojê bi 500 delegeyan li Reqayê dest pê kir.

Navenda Nûçeyan- 3’yemîn Kongreya Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriye ya Pêşerojê bi dirûşmeya "Têkoşîna me gerantiya şoreşa jinan û avakirina Sûriyeya demokratîk e"  li Hola Tac ya bajarê Reqayê dest pê kir.

500 delege û kesayet ji kantonên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û nivîsgehên jinan ên partiyan bejdarî kongreyê bûn.

‘Kongre du salan carekê tê lidarxistin’

Endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê û endama komîteya amadekar a kongreyê Muna El Dalî axaftina vekirinê kir û wiha got: “Kongre du salan carekê tê lidarxistin. Beriya lidarxistina kongreyê, meclisê gelek konferans li 7 kantonên herêmê li dar xistin. Di wan konferansan de, mekanîzmaya kar û xebatên meclisê hatin nirxandin, serok û cîgira wê, endamên meclisan hatin hilbijartin.”

Piştre berdevka meclisa Jinan a Partiya Sûriye ya Pêşerojê Xaliye El Kecwan axivî û bixêrhatina mêvanên ji Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrazor, Heleb, Hema û Siweydayê kir.

Xaliye El Kecwan di destpêka axaftina xwe de têkoşîna YPJ`ê û fedakariyên ku di oxira parastina jinan de dane, silav kir û got: "Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku têkoşîna xwe bi Hevpeymana Civakî tacîdar kir û ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk bû bingeh."

‘Li darxistina kongreyek bi vî awayî gelek giring e’

Xaliye El Kecwan lidarxistina kongreyê wek "gaveke girîng" û "stratejiyeke nîştimanî" bi nav kir û got: “Ji bo avakirina Sûriyeya pêşerojê li ser bingeheke siyasî û guhertina sazûmaniya meclisê di oxira çareserkirina aloziyê de bi destê jinên azad, lidarxistina kongreyê gelekî girîng e. Beşdariya jinan di kongreye de, diyar dike ku jin tevahî astengî û zehmetî derbas kirin e. Rola wan a di çareserkirina aloziya welêt de, heye."

Kongre bi nîqaşkirina rewşa siyasî û rêxistinî li ser asta Sûriyeyê û herêmê, mekanîzmaya sazûmaniya rêxistinî ya meclisê berdewam dike.

Çaverê ye ku rêziknameya meclisê bê xwendin û guhertin tê de were çêkirin, piştre wê ji çapemeniyê re girtî berdewam bike.

Kongra dê bi hilbijartina endamên Meclisa Giştî, berdevk û 2 cîgirên wê û encamnameyekê bi dawî bibe.