3. Konferanca Cîhanî ya Jinan bi dirûşma “Piştgirî û hevgirtina bi jinan re” destpê kir

Çalakiyên Sêyemîn Konferansa Cîhanî ya Jinan bi dirûşmeya “Piştgirî û hevgirtina bi jinan re” bi meşekê ku ji nêzî 30 welatan delege beşdar bûn, destpê kir. Di meşê de dirûşmeya “Şoreşa jinê erk e” hat berzkirin.

NAZIHA BOUSSAIDI

Tûnis - Bi dirûşma "Piştgirî û hevgirtina bi jinan re" li Tûnisê bi beşdariya delegeyên ji nêzî 30 welatên cûda yên cîhanê û di nava atmosfereke cejnê de, bi meşa Sêyemîn Konferansa Cîhanî ya Jinan li Tûnisê dest pê kir.

Beşdarên meşa Sêyemîn Konferansa Cîhanî ya Jinan li Tûnisê daxwaza maf û azadiyên jinan, edalet û wekheviyê kirin.

Di nava dirûşmeyan de dirûşmeyên “Şoreşa jinê erk e” hatin berzkirin, banga azadiya Fîlîstînê hate kirin û hat bilêvkirin ku Kurdistan û Filistîn bi hev re ne û tekez li ser wê yekê kirin ku ew bi israr in.

Piştî li bendê sekinandin û berzkirina dirûşmeyan a nîv saetê ku paytexta Tûnisê hejand, bala her kesî kişand ser destpêkirina meşa ber bi Bajarê Çandê ya ku dê konferans li wir bê lidarxistin.