25 mamosteyê zimanê Ermenî ji bo perwerde dayînê amade ne
25 mamosteyên zimanê Ermenî yên bi pêşengiya Meclîsa Civaka Ermenî ya kantona Hesekê li ser bingehê fêrkirina zimanê Ermenî perwerde didîtin, perwerdeya xwe bi dawî kirin û niha ji bo perwerde dayînê amade ne.
Hesekê - Beriya 3 mehan Meclisa Cicaka Ermen a kantona Hesekê dewreyek perwerdeyê bi armanca avakirina mamosteyên pispor dest pê kir, da ku bi rengekî fermî derbasî dibistanan bibin. Rêvberiya Xweser li gorî bendên Hevpeymana Civakî ji meclisa Ermen xwest ku kadroyên pispor derbasî dibistanan bibin û xwedî li zimanê xwe dayikê derkevin. Dewreya perwerdeya mamosteyên zimanê Ermenî bi şahiyekê bi dawî bû.
“Yê ku zimanê dayika xwe nizanibe ew kes windayî ye û bê nasname ye”
Şahî li taxa Nasra ya bajarê Hesekê bi deqeyek rêzgirtin des pê kir û paşê Endama Meclisa Civaka Ermen Kohar Cexedoryan wiha got: “Em vê gavê piroz û serkeftî dibînin. Ji ber ku xwedî derketina li zimanê dayikê xwedî derketina li nasname û hebûna gelan e. Yê ku zimanê dayika xwe nizanibe ew kes windayî ye û bê nasname ye. Ji bo wê îro em xwedî li nasnameya xwe derdikevin.”
“Em ê hebûna xwe bi xwedî derketina li zimanê dayikê biparêzin”
Hevserokê Meclisa Civaka Ermen a kantona Hesekê Îmad Titryan da zanîn ku erka Meclisa Civaka Ermenî xwedîderketina li nirxê şoreşê ye û wiha anî ziman: “Ev gava ku em davêjin û xwedîderketina li zimanê dayikê yek ji deskeftiyên Şoreşa Rojava ye. Bi saya Hevpeymana Civakî em dighêjin mafê xwe. Derbaskirina zimanê Ermenî di dibistanan de yek ji pêkanîna bendên Hevpeymana Civakî ye. Em bi zimanê xwe hene û em ê hebûna xwe bi xwedîderketina li zimanê dayikê biparêzin.”
“Yên ku xwedî li ziman derdikevin jin in û yên ziman diparêzin jî jin in”
Endama Qomîteya jin a meclisa Civaka Ermen Anûş Titryan diyar kir ku xwedîderketina li zimanê dayikê xwedî derketina li nirx û keda jinê a bi hezarê sala ye û wiha pê de çû: “Yên ku xwedî li ziman derdikevin jinin û yên ziman diparêzin jî jinin lewma erka her jinekê pêşxistina qada perwerdehiyê ye . Em ê bi hev re bi rihê yekîtiya gelan zimanê xwe biparêzin."
“Armanca me ya sereke avakirina mamosteyên pispor in”
Mamosteya Zimanê Ermenî Losîn Erdemyan spasiya Rêvberiya Xwerser kir û wiha got: "Dewreya ku me dabû dedpêkirin ji 25 mamosteyan pêk dihat, hemû jî serkeftî ne û xwedî bingehek xurtin. Armanca me ya sereke avakirina mamosteyên pispor in ku bikaribin nifşekî azad ava bikin."
“Ev 107 sal in em ji mafên xwe hatine bêparkirin”
Berpirsa Yekîtiya Jinên Ermen a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Enahîd Qesebiyan destnîşan kir ku xwedîderketina li zimanê dayikê bersiva komkojiya 1915’an e û wiha got: "Ev 107 sal in em ji mafên xwe hatine bêpar kirin, zimanê me hatiye winda kirin lê bi pêkanîna bendên Heypeymana Civakî îro em bersivek xurt didin û em dibêjin tu kes nikare hebûna me tune bike. Her pêkhate bi ziman, çand û nasnameya xwe heye.”
Paşî mamosteya zimanê Ermenî Losîn Erdemyan, endamê Meclisa Sûriya Demokattîk Ezher Ehmed û Hevserkê Meclisa Civaka Ermen Îmad Titryan pawernameyê serkeftinê li mamosteyan belav kir.Şahî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.