Li Stenbolê 224 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan n

Li Stenbolê duh piştî pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû 46 jê zarok 224 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Navenda Nûçeyan- Duh li Qada Yenîkapiyê ya Stenbolê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” pîrozbahiyek bi heybet a Newrozê hatibû li darxistin. Piştî pîrozbahiyaa Newrozê polîsan êrişî girseyê kiribû û 46 jê zarok bi giştî 224 kes kiribûn binçavan.

46 zarokên ku hatin binçavkirin birin Amîrtiya baruya zarokan ya li Muduryeta Emniyeta ya nafçeya Fatih, 178 kes jî birin Muduryeta Emniyeta Stembûlê ya li cadeya Vatan. Yên ku hatin binçavkirin, Piştî karûbarên îfadeyan ên 224 welatiyan bi dawî bû duh bi şev hatin berdan.

Li Mêrdînê 35 kes hîna di bin çavan dene

Dûh piştî pirozbahiya Newrozê li nafçeya Qoser (Kiziltepe) ya Mêrdinê girseya ku meş li darxistî polîsan êrîşî girseyî kir. Pişrî êrîşî 35 kesên hatin binçav kirin hîna li Muduryeta Emniyeta Kiziltepe tên girtin.

Di kar û barên di dema binçavkirinê de hat zanîn ku ciwan hatine derbkirin. Tundîtûjiya Polîsan bi dimên hemwelatiyan yên hatî kişandin hat teyîsandin.