16 girtiyên jin ên li girtîgeha Êvînê bi peyamekê rewşa dijwar a girtiyên jin vegotin

16 girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgeha Êvînê di peyamekê de rewşa dijwar a ku girtiyên jin tê re derbas dibin û rewşa nebaş a tenduristiyê ji ber belavbûna vîrusa koronayê rave kirin.

Navenda Nûçeyan - 16 girtiyên jin ên siyasî yên li girtîgeha Êvîn a Îranê, bi nameyekê dilgiraniya xwe ji zêdebûna ji nişka ve hejmara girtiyên jin, zêdebûna hejmara nexweşan û kêmbûna personelên tenduristiyê anîn ziman.

“Rojane hejmara girtiyên jin zêde dibe”

Girtiyan jin di nameya xwe de wiha gotin: "Du nexweşên jin ên bi navên “Esel Mihemedî û Semîn Ehsanî” bi şev di odeyekê de ku tê de pêdiviyên tenduristiyê tune bûn û weke zindanekê bû, hatibûn girtin. Derî her dem li ser wan girtî bû, tevî nexweşiya wan gardiyanên girtîgehê bi şev carekê tenê jî serdana wan nekirin. Ev ne cara yekeme ku beşa jinan ê girtîgeha Êvînê û girtîgehên din û di serî de Girtîgeha Qerçekê ya Waremînê, dibin şahidê xemsariya li hember jiyan û rewşa tenduristiyê ya girtiyên jin. Lê ya ku ev rewş xirabtir kir, zêdebûna rojane ya hejmara girtiyên jin e."