12 malbatên Belûc ên bê nasname hatin binçavkirin
Piştî serdegirtina hêzên ewlehiyê û kesên bi cil û bergên sivîl a li ser navçeyên "Bah" û "Gariz" ên parêzgeha Taftê, 12 malbatên Belûc ên bê nasname hatin binçavkirin û sewqî Kampa Wehdetê ya li parêzgeha Yezdê hatin kirin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên ku ji aliyê medyaya mafên mirovan a Belûc ve hatin weşandin, hêzên ewlehiyê û kesên bi cil û bergên sivîl êrîşî navçeyên "Bah" û "Gariz" ên parêzgeha Taftê kirin û 12 malbatên Belûc ên bênasname binçavkirin û sewqî Kampa Wehdetê ya li parêzgeha Yezdê kirin.
Li gorî rapora Hal-o-Sh ya di 28’ê Kanûnê de hat weşandin, ji hemwelatiyên Belûc ên hatin binçavkirin re hate ragihandin ku ewê dê sewqî li kampekî li Zahedanê bên kirin û piştre ji bo Efganistanê werin dersînorkirin.
Di vîdyoya ku weşandin de, kesên ku hemû ji Îranê û serlêdana belgeyên nasnameyê kirine, diyar kirin ku binçavkirin û sewqkirin bêyî biryara dadwerî pêkhatiye û zarok jî di nav de malbatan di nezelaliyê de mane û ji rayedar û rêxistinên mafên mirovan daxwaza alîkariya lezgîn kirin.