Yekem nivîskara jin a Serdema Navîn: Chrîstîne de Pîzan
Chrîstîne de Pîzan ku di sala 1364’an de li Venedîkê jidayîk bû, mîna yekem nivîskara jin a profesyonel tê hesibandin ku hem piştgirî da malbata xwe û hem jî bi qelema xwe ya bihêz ji bo perwerdehiya jinan û rolên civakî parêzvanî kir.
Navenda Nûçeyan – Chrîstîne de Pîzan ku di serdemek ku xuyabûna jinan di qada giştî de li Ewropaya serdema navîn pir sînordar bû de jiya, di dîroka wêjeyî de wekî yekem jina ku bi nivîsandinê debara xwe dikir, hate tomarkirin.
Wê nirxandinên li ser jinan pirsî
Her çiqas li Venedîkê jidayîk bû jî, Chrîstîne de Pîzan piraniya jiyana xwe li Fransayê derbas kir û bi saya bavê wê ku bijîşkê dadgehê bû. Wê derfet dît ku perwerdehiyek baş bistîne. Chrîstîne de Pîzan, berovajî gelek keçên wê demê, bi fêrbûna Îtalî, Fransî û Latînî, di temenê ciwan de paşxaneyek rewşenbîrî bi dest xist. Chrîstîne de Pîzan di 15 saliya xwe de zewicî bû û di 25 saliya xwe de hevjîn û sê zarokên xwe winda kir û ket qonaxek nû di jiyana xwe de. Nivîskar, piştî ku di heman demê de bavê xwe jî winda kir, di demek dijwar re derbas bû û li şûna zewaca ji nû ve, hilbijart ku nivîsandinê bike pîşeya xwe. Wê nirxandinên li ser jinan pirsî.
‘Bajarê Jinan’
Chrîstîne de Pîzan ku li ser dîrok, felsefe û helbestê disekinî, di nav nivîskarên herî berhemdar ên sedsala 15’an de bû. Lê belê, xebatên wê yên li ser jinan wê ji yên din cuda kirin. Berhema wê ya herî navdar, ‘Bajarê Jinan’ (Cité des Dames), di sala 1405’an de qediya. Di vê berhemê de, Chrîstîne de Pîzan nirxandinên neyînî yên li ser jinan pirsî û îdia kir ku jin dikarin beşdarî jiyana civakî bibin.
‘Divê jin di vegotinên dîrokî û gerdûnî de cih bigrin’
Nivîskar bi awayekî rexnegir nêzîkî ramana ku ji hêla mêran ve serdest e bû, ramanên ku ji bo dema xwe pir pêşverû bûn der barê mafê jinan ê perwerdehiyê û rola wan di qada giştî de pêşkêş kir. Wê nivîsand ku divê jin xuya bibin. Chrîstîne de Pîzan, bi karanîna fikra "bajar" wekî metaforekê, rave kir ku jin dikarin bi hev re avahiyek civakî ya bihêz ava bikin. Di heman demê de Chrîstîne bal kişand ser pêwîstiya ku ew di qada giştî de bêtir xuya bibin. Bi vê nêzîkatiyê, ew bû yek ji ramanwerên pêşîn ku tekez kir ku divê jin di vegotinên dîrokî û gerdûnî de cih bigirin.