Li Kolnê abîdeyeke veşartî ya dîroka jinan vedibêje: Kaniya Jinan

Kaniya Jinan ku li hewşa paşîn a Farina-Haus li Kolnê ye, veguherîna dîrokî û civakî ya bajêr bi 10 fîgurên jinan ên ji serdemên cuda nîşan dide.

Navenda Nûçeyan – Li Kolnê, li hewşa li pişt Farina-Haus ku di heman demê de muzexaneya bêhnxweşiyê jî lê ye; yek ji abîdeyên kêmnaskirî lê berbiçav ên bajêr ji bo jinan heye. Ew jî Kaniya Jinan e. Ev avahiya bêhempa çîroka veguherîna dîrokî ya bajêr bi 10 peykerên ku jinên di serdemên cuda de li Kolnê jiyane temsîl dikin vedibêje.

Armanca sêwirana kaniyê ew e ku rewşa civakî ya guherbar a jinên Kolnê di nava sedsalan de nîşan bide. Her peyker sembola fîgureke jin a ji serdemeke cuda ye.

Jinên Ubier niştecihên pêşîn in

Kesayeta herî kevin jinên Ubier temsîl dike ku yek ji niştecihên pêşîn ên herêmê ne. Li gorî efsaneyê, van jinan ku tê bawerkirin porê wan zer û çavên wan şîn bûn, bala Romayiyan kişandine. Peykerê li kêleka wê jineke ji serdema Romayiyan sembolîze dike; ev serdem bi salên ku avahiya bajarî ya Kolnê ji ber bandora Romayiyan guherî re hevdem e.

Jinên Frankî

Şeklekî din jinên Frankî yên di sedsala 4’an de hatine bajêr temsîl dike. Her wiha kanî şeklê Saint Ursula nîşan dide ku li gorî efsaneyê, jinên nezewicî diparêze û gelek serên jinên ciwan di çokên xwe de digre.

Jina ku Serdema Navîn temsîl dike bi selikek di destê xwe de tê xêzkirin. Li pey vê peykerê ku sembola jinên Cihû yên di sala 1421’ê de ji Kolnê hatine derxistin e. Ev şekil balê dikşîne ser pêvajoyên dûrxistina civakî ya wê demê.

Nûnertiya jina modern

Peykerên paşê dîroka bazirganî û koçberiyê ya bajêr tekez dikin. Ew jinên Holandî yên ku di salên 1600’an de bi saya bazirganiya zêde bi Holandayê re hatine Kolnê û jinên koçber ên Îtalî yên ji sedsala 18’an nîşan didin. Fîgureke jin a Prusyayî serdema ku di sedsala 19’an de ji hêla bandora Prusyayê ve hatiye teşekirin temsîl dike. Di heman demê de peykerê dawî jineke modern a ji sala 1987’an, sala ku kanî hatiye çêkirin, temsîl dike.

Lê belê îro kanî zuha ye, av ji lûleyên wê naherike. Ev yek ji ber ku herêma li dora wê ji ber sedemên ewlehiyê hatibû girtin û lûleya wê di dema civîna bilind a G8’an a li Kolnê ya di sala 1999’an de bi plakayên metalî hatibûn nixumandin.

Abîde ji hêla Anneliese Langenbach ve hatiye sêwirandin û avahiya ku ew lê ye, Farina-Haus, wekî cihê dîrokî yê ava Kolnê ya navdar a cîhanê (kolonya) cara yekem lê hatiye hilberandin jî tê zanîn.