Strana Rojê: Aman Gul Fetane Welîdî

Fetane Welîdî sala 1953’an li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbatek hunerhez de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Ev binhişiya malbatê ya girêdana hunerê, ji dayikbûnê bi Fetane re çêdibe û berê wê dide hezkirina dengbêjiyê. Di zarokatiya xwe de li polên xwendinê di nava xwendekaran de bi zimanê kurdî stran digot.
Fetane dibistana bilind a muzîkê li paytexta Îran Tahranê xwendiye. Di salên 1970’an de bi riya bavê xwe Mehemed Şerîf Welîdî û koma muzîkê ya Kamkar, muzîka cîhanê dinase. Strana destpêkê qeyd kirî bi navê ‘sebra gulfiroş’ bûye. Di wê demê de ev stran pir belav bû, hat guhdarîkirin û Fetane bi vê stranê pir hat nasîn.