Portreya Rojê: May Skaf

Lîstikvan May Skaf a li koçberiyê bi qeyîrana dil jiyana xwe ji dest dayî herî dawî di kurtefilîma bi navê "Serab" de rola jinek a di pêvajoya aloziya Sûriyê de koçber bûyî lîstiye.

Navenda Nûçeyan - Lîstikvana Sûrî May Skaf di 13'ê Nîsana 1969'an de, li Dîmeşq di nava malbateke Xiristiyan de hatiye dinê û li Zanîngeha Dîmeşq beşa wêjeya Fransî xwend. Bi hevalên xwe yên zanîngehê re li Navenda Çanda Fransayê beşdarî pêşkêşkirina xebatên şanoyê dibe. Di lîstikvaniyê de xwe pêş dixe û di gelek şano, filîm û bernameyên tv yan de rol girtiye. Di sala 2001'an de tevlî Sendîkaya Hunermendên Sûriyê bûye. Di 2004'an de Enstîtuya Teatro ya ji bo Hunerên Performansa Şanoyê li salonek biçuk a li Qada Şahbendar vekir.

May Skaf bi helwêstên xwe yên muxalîf û nerazîbûna xwe ya li hemberî deshilata heyî hê ji salên 1980’an dema Hafiz El-Esed ve nîşandida û bi vê serhildêriya xwe dihat nasîn. Di sala 2005'an de, dema 'Daxuyaniya Dîmeşq' îmze kir hikumeta Sûriyê gefên weke qutkirina zimanê wê lê xwarin. May Skaf piştgiriya xwe ya ji şoreşa Sûriyê re hêjî destpêkê di sala 2011'an de nişanda û bi helwesta xwe ya nepejirandina rejîma Beşar El-Esed dihat nasîn. Di xwepêşandaneke aştiyane de ligel hejmarek ji rewşenbîran li Dîmeşq ê hat girtin û piştî çend rojan hat berdan.

May Skaf neçar ma ku bi dizî ji Sûriyê derkeve Lubnanê, piştre çû Urdunê û ji wê jî ligel kurê xwe di sala 2013'an koçî Fransa kir. Di sala 2017'an de li paytexta Fransa Parîzê di kurtefîlma bi navê "Serab" de rola "Rima Marchelian" ku jineke sûrî ya ku di salên şoreşa Sûriyê de koçberî Fransa bûye û di navbera hilbijartinên vê dawiyê yên Fransayê de, ew xeyala wê yekê dike ku bibe yekemîn jin ku welatekî erebî birêve dibe, lîst.

23'ê Tîrmeha 2018'an li Parîsê di 49 saliya xwe de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.