Çîroka Parçebûna Kokê

Pirtûka binavê Çîroka Parçebûna Kokê ku bi zimanê Tirkî weke (Mayoz Bölünme Hikayeleri) hatî nivîsîn sala 2003’an ji çapxaneya Aramê derketiye.

Di derbarê pirtukê de:

Salên 90’an di dema reşa awarte de zoriyê ku Kurdan kêşane aniye ziman. Di nava jiyanê de çîrokek weke trajîkomîk aniye ziman. Ev pirtuk şahidiyê ji serhişkiya dijmin û di rewşa xirab a mazluman de jî tiştek bi ken tê ditin kiriye. Weke minak di xwaringehekê de ji ber wêneyê bi diwar ve biriye ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji bo suc ji xwediyê xwaringehê re were hesibandin dosya amadekirine. Li daweta qedexeya rengên mendilan ên kesk, sor û zer û di parçeya strana ku daxwaz kirî de ji ber navê Kurdistan derbaz dibû dansçiyek ya oryantal xistine bin çavan. Ev mijar û gelek bûyerên wiha bi êş bi zimanek mîzahî vegotiye.

Di derbarê nivîskar de:

Evrim Alataş 15’ê nîsana 1976’an de gundê Gulpinar a girêdayî navçeya Akçadaxa girêdayî Malatya hatiye dinê û di malbatek Kurd a helbestvan û bi çanda xwe ya Kurdewariyê ve girêdayî mezin bûye. Dibistana seretayî û Navîn li gundê lê ji dayik bûye temam kiriye. Piştre li Istanbulê perwerdeya xwe berdewam kiriye. Di sala 1994’an de dest bi rojnamevaniyê kiriye. Di nava karê rojnamevaniyê de nivîskarî jî kiriye û pirtûkên wê yên bi zimanê mîzahî tarzek cuda ye ji ber wê jî bala xwêneran dikişîne ser xwe. 12’ê nîsana 2010’an li Amedê dema li ser peyîwirê bû bi nexweşiyê çu ser dilovaniya xwe.