Portreya Rojê: Mai Alkaila

Siyasetmedara Filistînê Mai Alaila yekeme jina di nav hikumeta Mihemed Shtayyeh de li Filistînê peyîwira Wezîra Tenduristiyê girtiye. Serokatiya Meclîsa Bijîjkî ya Fîlîstînê kiriye û ji ber xebatên xwe yên parastina mafê mirovan hatiye xelatkirin.

Navenda Nûçeyan – Mai Alkaila 8'ê Nîsana 1955'an li bajarê Quds ê Filistînê ji dayik bû ye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li dibistanên bajarê Birzeitê û ya amadehî jî li Kolêja Taybet a Ramallah qedandiye. Li Nexweşxaneya Mutlaa ya Oudsê beşa hemşîretiyê xwendiye. Li Zanîngeha Granada ya Îspanyayê xwendiye û bawernameya masterê ji Zanîngeha California ya San Francisco ya Emerîkayê girtiye. Doktoraya xwe ji Tenduristiya Giştî û Epidemiology a Zanîngeha Şîlî girtiye.

Beşdarî Çaremîn Konferansa jinan a Cîhanê bû

Mai Alkaila li nexweşxaneya Heyva Sor a Filistînî ya Qudsê di Bernameya Zayin û Jinekolojiyê de wekî doktor xebitiye. Di Beşa Tenduristiya Giştî ya Zanîngeha El-Quds ê de xebitiye û li Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî wekî seroka Bernameya Dayikbûn û Zarokatiyê kar kiriye. Di sala 1994’an de ji bo beşdarbûna 4’emîn Konferansa Jinên Cîhanê ya li Pekîn a Çînê di sala 1995’an de hat lidarxistin hat hilbijartin.

Di hilbijartinên Meclîsa Şoreşger a Fetih de bi ser ket

 Mai Alkaila di 31'ê Cotmeha 2005'an de wek nûnera Dewleta Filistînê li Şîliyê hat tayînkirin û 1'ê Cotmeha 2013'an jî wek nûnera Dewleta Filistînê li Îtalyayê hat destnîşankirin. 4’ê Kanûna 2016’an di hilbijartinên Meclîsa Şoreşger a Fetih de ku di kongreya 7’emîn a tevgerê de hatibûn lidarxistin de bi ser ket û bû endama wê. Di 3'ê Nîsna 2019'an de di nav hikumeta Mihemed Shtayyeh de li Filistînê peyîwira Wezîra Tenduristiyê wergirt. Di sala 2017'an de ji hêla Akademiya Norman ve bi hevkarya Hêza Hewayî ya Îtaliyayê bi Madalya zêr hat xelat kirin.