Portreya Rojê: Jamila ya Cezayirî ya li hemberî giyotîna Fransa serî rakirî

Şoreşgera Cezairê Jamila Bouhaired weke jinek bi hêz li hemberî dagirkeriya Fransayê têkoşîn kir. 20 salî tevlî eniyên rizgariya netewi ya Cezairî bû, di eniyên pêş de cîh girt û li hemberî dezgehên îskenceya herî giran û giyotînê vînek mezin nîşan da.

Nanenda Nûçeyan - Di sala 1930’an de êrîşên Fransa ser Cezaîrê bi hinceta bêmafîkirina nûnerek ê Cezaîrê li hemberî nûneriya Fransayê despêkir. Di nava pênc salan de Fransa dest da ser erdnîgariya Cezaîrê ya biberhem û hemû dewlemendiyên wê ji bo welatiyên Fransayê guhastin. Di şerê dagirkeriyê de ji milyonekê zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dan. 800 avahî û navendên cîhwarbûnê xirakirin, ji du milyonan zêdetir jî ji cîh û warê xwe bûn. Jamila Bouhaired sala 1935’an li taxa Qespa ya Cezairê di nava malbatek çîna navîn de çavê xwe li jiyanê vekiriye. Xwişka heft birayan Cemile di nava malbatê de zaroka keç a tenê bû. Ji ber di malê de keça tenêye bi delalî mezindikin û didin xwendin. Zaroktî û ciwaniya Jamila di pêvajoya welatê wan dibin dagirkeriya Fransa de derbasdibe. Ev jî hîn zêdtir binhişiya wê ya li hemberî dagirkeriyê bihêz dike û di temenê biçuk de ferqa dagirkirina welatê xwe dibîne.

Ew 10 salîbû dema deshilatiya Fransa sala 1945’an ji dawîbûna 2’emîn Şerê Cîhanê sudê digire û Komkujiya Setifê ser gelê Cezaîrê dike. Di komkujiyê de 45 hezar welatî qetilkirin. Vê komkujiyê hestên netewî hîn zêde derxist pêş û welat rakir ser lingan. Bi tayîbetî jî xwendekar bi ciwanên Cezaîrê re rabûn û Tevgera Rizgariya Welat (FLN) avakirin.

“Dayika me Cezaîr e”

 Jamila Bouhaired ya wê demê dibistanên dibin mêtîngeriya Fransa de dixwend di serî de li hemberî sîroda wan a netewî ku bi gotina ‘Dayika me Fransa’ despêdikir, vedigerîn gotina ‘Dayika me Cezaîr’ e û wî şêweyî dibêje. Ji ber vê helwesta xwe ji dibistanê tê durxistin. Bi wî temenê xwe yê biçuk serîrakirina li hemberî sîroda netewiya dagirkerên welatê xwe diyarbû ku dê bibe şoreşgerek mezin. Ew di xwendinê de bi înad bû û carekdin li dibistanê vegeriya heta peyîmangehê xwend. Di peyîmangehê de jî beşa diruna cilan hilbijart, ji ber wê ji diruna cilan hez dikir.

Jamile di nava refên fedayiyan de cîh girt

Dansa kilasîkî dilîst û pir di siwarbûna hespan de şareza bû. Sala 1954’ an dema ku şoreşa Cezairê despêkir Cemile ciwanek 20 sali bû. Jamila ya hîna 10 salî komkujiyên mezin dîtiye û li hemberî bişaftina li dibistanê ser zarokên Cazaîrê dihat meşandin serî rakiriye berê de amadeye tevlî eniya rizgariya Netewi a Cezairî bibe. Ji bo ku li himber dagirkeriya Firansayê  tekoşînek serkeftî bimeşîne serê xwe dêşîne û fikrên nû pêşdixe. Di nava refên fedayî de cih girt û yekem jina ku pêşengtiya çandina mayinan li pêşiya wesayîtên dagirkeriya Franisayê kiriye.

“Qêrîna her zarokek welat nalîna mine”

Bi gotina “qêrîna her zarokek welat nalîna mine” di eniyê de xebitî û her dem di refên pêş de cîh girt. Ji ber cesaret, fedekarî û têkoşîna wê ya bêhempa ji bo welatê wê Cezair ê hedef tê girtin. Ji bo dîlgirtinê êdî Fransa ket nav hewildanê cuda. Jamila ya şervanek a FLN’ê bû bi sucê bomba li xwaringehek a Fransiyan bicîh kiriye di sala 1957’an de bi birîndarî tê girtin. Hakimê Fransa bi gotina “ez naxwazim ji nava Cezaîrê jinek qehreman derxim” bi Cemile re hevdîtinek veşartî dike û teklîfa “dibin venêrîna bijîşkan de emê rapora tenduristiya wê ne li cihe derxin û te berdin” dike. Jamila napejirîne û li hemberî vê helwesta wan derdikeve. Ji ber vê daxwaza wan red dike 23 rojan bi malbata xwe ve îskenceyên giran dibînin. Ji ber bersiva leşkerên Fransa nade tecawîz dikin û gelek îskenceya giran lê dikin. Di bin îskenceyên giran de jî tenê Jamila digot ‘Cezair dayika me ye’ û qet cihê hevalên xwe negot. Dema cezayê darvekirinê der heqê wê de hat standin Jamila peyva xwe ya herî bi nav û deng  ya: "Ez dizanim hûnê cezayê sêdarê bidin min, lê baş bizanin bi qetilkirina me hunê nikarin hewildanên ji bo serxwebûna Cezairê asteng bikin."

Roja 7’ê Adara 1958’an kirin roja pêkanînan cezayê darvekirina Jamila. Bi biriyarê li tevahiya cîhanê deng veda û nerazîbûnek gerdunî li hemberî darvekirina Jamila çêbû. Piştî nameyên şermezarkirinê cezaya wê guhertin, kirin cezayê muebetê. Di sala 1962’an de Jamila û hevalên xwe ji girtîgehê hatin berdan. Jamila paşê bi parêzerê xwe yê Fransî Cak Fîrcîs re dizewce.

Helbest li ser tekoşîna wê hatin nivîsandin 

Jamila ya senbola berxwedanê ye di Cezairê de ye, bû mijara nivîs û helbestên helbestvanên navdar ên weke Nîzar Qebanî, Selah Ebd El-Sebûr, Bedir Şakir El-Siyab û El-Cewahirî. Dawiya serxwebûna welat Jamila bû seroka yekîtiya jinên Cezairê. Piştî xebatên du salan di navbera Jamila û serokê Cezair Ehmed Bin Bela de pirsgirêk derket û ji karê xwe İstifai kir. Ew bi giştî dûrî qada siyasî ket.

Berxwedana wê ya sala 1958'an ji aliyê derhînerê Misrî Yûsif Şahîn ve bû mijara filîm û li ser jiyana wê bi navê Jamila filîmek çêkir.