Portreya Rojê: Ji jinên li peyî lêgerîna azadiyê Asma Mûrad

Asma Mûrad yek ji jinên li peyî lêgerîna azadiyê bûye ji bo wê jî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve rastî hemû cureyên tundiyê hatiye. Asma Mûrad a li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde dîtiye piştî komploya 15’ê Sibatê 23 sal in cilên reş li xwe dike got: “Di hizûra hemû mirovahiyê de ez rêzdar û şopdarê doza Rêber Apo me.”

Asma Mûrad yek ji jinên li peyî lêgerîna azadiyê bûye ji bo wê jî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve rastî hemû cureyên tundiyê hatiye.  Asma Mûrad a li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde dîtiye piştî komploya 15’ê Sibatê 23 sal in cilên reş li xwe dike got: "Di hizûra hemû mirovahiyê de ez rêzdar û şopdarê doza Rêber Apo me."
ROJ HOZAN
Qamişlo - Li Rojavayê Kurdistanê mînakên jinên berxwedêr pir in ku ji bo doza azadiyê hemû cureyên tundiya civakî, malbat û dewletê dîtine. Asma Mûrad a 64 salî li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û niha li navçeya Girkêlegê ya Dêrikê dijî. Bi salan e Asma Mûrad ji bo doza Kurd û Kurdistanê û azadiya tevahî gelan xebat dike. Asma Mûrad a ji ber xebatên xwe gelek caran ji aliyê Rêjîma Sûriyê ve hatiye girtin ji roja ku komploya navnetewî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî despêkirin heya niha reş li xwe dike. Me çîroka jiyan û xebat Asma Mûrad ji wê bi xwe guhdarî kir. 
"Di mayîndekirina berhemê şoreşê de kedên mezin hene"
Asma Mûrad behsa jiyan, kar û xebatê xwe kir û wiha got: “Ji dayikbûna min li Bakurê Kurdistanê bû, lê ji zaroktiya xwe de em hatine Rojavayê Kurdistanê dijîn û ez li Rojava zewicîme. Bi rastî wê demê me tiştek ji jiyana xwe fêm nedikir, tenê em mîna jina malê bûn, jiyana derketin û azadiyê tu rêxistinan ne dabû pêşiya jinan. Dema ez di temenekî biçûk de zewicîm tu biryara min nebû, ez ji kurmamê xwe re hatim heyrandin û hemû kevneşopiyên civakê li min hatin ferizkirin. Ez êdî bûm xwedî zarok û berpirsyartî, min êşên pir zehmet kişandin. Berî ez tevlî xebatê bibim caran ez bi dayika xwe re diçûm Bakurê Kurdistanê wisa me bi hereketa xwendekaran bihîst. Bi rastî vê yekê bala min kişand û min dixwest ez bêtir wan nasbikim wisa tenê min wan dişopand. Di salên 80’ê de li Rojavayê Kurdistanê jî xebatê Tevgera Azadiyê pêşket, ji ber fikrê min li ser wan hebû ez wisa tevlî xebatê li vir bûm û yek ji pêşengên wê bûm.”
"Bi ketina nava xebatê re guherînên bingehîn di jiyana me de çêbûn"
Asma Mûrad bal kişand ser giringî dayîna xebata jinê û wiha domand: “Min dizanibû şoreşên berî tevgera me tu maf ji jinan re bi xwe re ne anîn ji bo wê jinên li Rojava dema didîtin ez wisa jinek tenê bi serê xwe di vê herêmê de dixebitim wisa matmayî diman û her ji min re hatiye gotin tu li çî xwe digere? Li Rojavayê Kurdistanê jî qedexeyên pir asê li ser vîna jinan dihatin meşandin, me jî bi cesaret û îradeya xwe ev kevneşopî şikand. Ji zarokatiya min de kîna şikandina van kevneşopiyan di dilê min de hebû, roja ez hatim heyrandin pêwîstbû ew vîn bipejire lê min rêka wê nizanibû. Min çend jin jî tevlî xebat kirin û wisa karê me di tevahî heremê de bi komeke biçûk despêkir. Yanî di aliyê madî û menawî de me bi rihekî geş kar dikir, me nedîtibû em tiştekî ji xwe re bikin û dema me dît me texsîr nekir. Guhertinên bingihîn di jiyana me de çêbûn û niha jî her ji mere tê gotin ger hun ne bana îro ev civak nebû. Yanî zehmetî hebûn di karê me de, em cebhewî bûn û çav li ser me vekirîbûn, lê dîsa jî em qet ne rawestiyane. Civaka me hîn wateya azadiyê hîn nebûbû, ji rêjimê ditirsiyan me lûme nedikir ji mirovên civakê, lê li kêleka wê me avakirinên mayinde û kevirê bingîn ê vê şoreşê amade dikir.” 
"Rêber Apo em jin perwerde dikirin ku em bikarin xwe rêve bibin"
Asma Mûrad kefxweşiya xwe bi hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re anî ziman: “Di sala 1991’an de roja 15’ê Tebaxê ji hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê mirov herikîn qadan da biçin hevdîtina Rêber Apo li Libnanê.  Ewqas heyecan û kêfxweşiya gel, te digot qêy Kurdistan Rizgar bûye. Dema em gihîştin wir dewleta tirk tehdîd dikir kampê topbaran bike, ji bo wê beşek ji gel vegerandin û em mane li wir. Derengê şevê rewş hindekî aram bû Rêber Apo derket ji me re axivî, behsa pêvajoyê kir lê bi rastî ji ber rewşa hawayê me ewqas deng nedikir bê çi dibêje. Roja din me xwe amadekir em vegrin ji me re gotin Rêber Apo dixwaze we bibîne, ez pir kêfxweşbûm min şensê xwe winda nekir, min cihê xwe vê carê di refa pêş de girt. Şehîd Sakîne Cansiz jî li wir bû, min silavên germ dane wê jî, Rêber Apo çend saetan ji me re axivî, digot pêwîst e hun bi xwe rêveberiya xwe bikin û nebin amûr di destê tu sîsteman de. Pir gotinên bi nirx ji me re got û destnîşanî azadiya jin kir û li ser vê xala girîng nirxandin û şîrove kir. Yanî dibe ez kêm dibêjim ji ber gotinên Rêber Apo pir li hev hatîne. Ez kêfxweş û serbilind bûm min Rêber Apo dît.” 
"Piştî serhildana 12’ê Adarê rejîmê dest bi girtinan kir"
Asma Mûrad pêvajoyên girtîmayîna di zindanên rêjîma Sûriye de kir û wiha domand: “Helbet di oxira her avakirineke ji sifrê de em ê berdêlan jî bidin û me her tişt danî ber çavê xwe ji girtin, bincavkirin û heyanî şehadetê. Piştî dewleta tirk û rêjîma Sûriyê li ser doza Tevgera Azadiyê bi têkiliyên qirêj lihevkirin, bazar li ser doza me kirin vê pir astengî ji me re derdixist.  Çavê rêjîmê li ser me vekirî bû û hemû tevgera me weke rapor ji wan re dihatin şandin. Di sala 2004’an de dewletê ji min re got pêwîste tu îmze bike tu ji mal dernekeve, lê min îmzeya xwe neda wan. Piştî 12’ê Adarê dixwestin min bigirin û li benda hêncetekê bûn, di wan deman de gelek çalakî çêbûn kurd rabûn serhildanê û li seranserî bajarên me kurd li ser piyan bûn. 
"Hîna şopên îşkenca rejîman Sûriyê li ser laşê min hene"
Asma Mûrad li ser îşkenceya rejîma Sûriyê ev tişt got: “Ez tevlî çalakiyan bûm û min cihê xwe di orgenîzekirina meşan de girt û em bûne weke mertal ji vê serhildanê re. Dema agirê 12’ê Adarê tefiya piştî wê bi mehekê rêjîmê girte li ser mala me û kelepçe li min dan û min birin Hesekê.  Piştî 15 roj lêpirsînê ez hatim berdan, lê rûsipiyekî eşîra anîn ji berdêla min îmze bike da ez nema kar bikim û digotin ji vê dozê tobe bike. Min got pirsgirêka min nîne tobe bikim û tiştekî şerm min nekiriye heya ji doza azadiyê vegerim. Di sala 2009’an de careke din rêjîma Sûriyê ji ber hemleya mûsim ez û xwîşka min Eyhan bi hev re girtin, vê carê em ragirin girtîgeha şamê.”
"Ez û xwişka xwe di zinndanê de ketin gireva birçîbûnê"
Asma Mûrad wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di zindanê de ez û xwîşka xwe ketin grave birçîbûnê de, ji ber mafê me weke girtî ne didan me hemû girtiyên ku sûcên wan exlaqî bûn telefûn didan wan da bi malbatên xwe biaxivin, lê ji ber sûcê me siyasî bû heya mehekê malbatên me nizanibûn em li kû ne. Bi qasî heft rojan em di çalakiyê de man, piştî wê derfet dane me em bi malbatên xwe re biaxivin li ser wî esasî me çalakiya xwe bi dawî kir û piştî mehekê em hatin berdan. Di sala 2010’an de dîsa girtine ser malên me û heyanî hêzên xwe ji Qamişlo anîbûn Girkêlegêlegê me bigirin vê carê sûcê terorê li me birîbûn, bi xeberên nexweş û lêdanê ez û xwîşka min ji malên me birin. Em dîsa birin şamê û wisa me li girtîgehan gerandin girtîgeha Filestîn, Feyha, Dûma, girtîgeha leşkerî û berê min dane girtîgeha Helebê heyanî çend mehan ez wisa li girtîgeha gerandim. Yanî mirov ji xwe re xeyal bike jineke wisa temen mezin destê wê kelemcekirî li hemû girtîgena digerînin. Dema ez birim dadgehê jî despêkê behsa cilê minî ku min li ser Rêber Apo şîn girêdaye kirin, dadger ji min re got ‘tu fedî nake te şîn li ser mêrekî girtiye’, min jî bersîv da û got ‘tu fedî nake tu jineke weke min hikûm dike’. Yanî wisa ewqas cesaret min girtibû heyanî min hişt ji pirsa xwe şerm bike. Bi rastî min zehmetî dîtin û heya niha şûnmayên tundiya wan li ser canê min vê êşê vedibê û dîsa jî ez di riya azadiya xwe de domdar bûm û dijminan çavê min ne şikandin. Her wisa em dihatin girtin heya şoreşa Rojavayê Kurdistanê destpê kir.” 
 "23 sale piştî Rêber Apo min şîn girtiye"
Asma Mûrad roja komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Komploya navnetewî berî wê pilana wê hatibû danîn û her dewleta tirk Sûriye tehdîd dikir ku Rêber Apo teslîmî wan bikin. Ji bo ewlehiya gelê Sûriye Rêber Apo ji Sûriye derket. Ji bo Rêber Apo cihê mirovahiyê li vê cîhanê nemabû û heya niha ji bo doza wî jî nîne. Dijminên me komployek bêbext li ser Rêber Apo dane meşandin, roja 15’ê Sibatê rojeke bi êş e qet ji bîra min dernayê. Wisa ez li ber televizyonê bûm dema çavê rêbertî girtin û teslîmî dewleta faşîst kirin ez ji hiş ketim. Tehilbûna wê di qirika min nayê daqurtandin û êşa wê heya niha di nav rihên canê min de xwe berdide. Di wê rojê de min soza xwe da ku ez ji bo Rêber Apo şîn bigirim, min û xwîşka xwe Eyhan keziyên xwe qutkirin û bi kincên reş me şîn girt. Heya niha hemû xweşiyên jiyanê weke tawet, kêfxweşî, xemla jinan weke kil û hena min nekiriye. Di hizûra hemû mirovahiyê de ez rêzdar û şopdarê doza Rêber Apo me. Malbat, hevjîn, civak û dewlet li hember min rabûn ji ber vê şînê min her tişt red kir, ev 23 sal bi temamî min şîn girtiye. Dibe keda min dabe kêm jî be, lê heya ez dijîm ez ê nirxên Rêber Apo biparêzim û jêre sozdar bim.”