Portreya Rojê: Ivana Hoffmann

Bi pêxistina çiruska şoreşa bi pêşengiya jinê ya li Rojavayê Kurdistanê gur dibû re hêviyên jiyana nû geş dibûn. Ji gelek deverên cîhanê şoreşgerên enternasyonalîst ji şoreşa jinê kelecan girtin û berê xwe dan eniyên cengê.
Yek ji wan jî Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) ya ji Afrîkayê bû, parzemîn û welat derbas kir û xwe gihand armanca xwe. Di eniya Til Temir a Kantona Hesekê de cihê xwe girt û di gelek hamleyên berxwedanê de cihê xwe girt.
Weke tola hemû jinan ji pergala deshilatiyê hilîne bi fedekariyek mezin serde diçu û şer dikir. Li hemberî çeteyên DAIŞ’ê heya nefesa xwe ya dawî şer kir û 7’ê adara 2015’an tevlî karwanê nemiran bû.