Portreya Rojê: Ella Fitzgerald

Navdara muzîka Cazê 25'ê nîsana 1917’an li Newport News ê hatiye dinê. Di 15 saliya xwe de dayika xwe windakir û li cem meta xwe li Harlemê jiyana xwe domand. 
Li kolanên Harlemê dest bi stran gotinan kir û vê demê tevlî pêşbirka deng bû û bi ser ket. Bateristê cazê Chick Webb dengê Ellayê eciband û tevlî orkestraya xwe kir. 
Piştî ku Chick jiyana xwe ji dest da berpirsiyariya orkestrayê girt ser xwe. Ji sala 1942'an û şon de bi xwe bawer xebatên xwe domand û 15’ê Hezîrana 1996'an li Beverly Hills a Kaliforniya yê jiyana xwe ji dest da.