Portreya Rojê: Avesta Xabûr

Rêhevalên Avesta Xabûr bi bûneya bîranîna wê dan zanîn ku ewê riya hevala xwe bişopînin û gotin: “Avesta bi çalakiya xwe peyam da dijmin û got 'Hûn nikarin bi hêsanî Efrînê dagir bikin.' Çalakiya wê bandorek mezin da çêkirin û hêz da berxwedanê"

RUPERÎN BEKIR
Heleb- Dewleta tirk di 20'ê Çileya 2018'an de bi 72 balafirên şer êrîşî herêma Efrînê kir û di wê şerê de gelê berxwedêr 58 rojan li ber xwe da. Yek ji wan şervanan û zaroka axa pîroz û xwedewanda vê serdemê Avesta Xabûr ji gundê Bêlê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê ye û di şerê Efrînê de bi ruhê fedaî yê ku çavkaniya xwe ji Zîlan, Bêrîtan û Semayan digire xwe di nava dijmin de teqand û peyama ku "Hûn nikarin bi hêsanî Efrîn dagir bikin" da. Di salvegera bîranîna Avesta Xabûr de rêhevalên wê yên têkoşînê nêrînên xwe parve kirin. 
"Nasnameya jina fedaî: Avêsta Xabûr"
Zaroka Efrînê ya fedaî Zelox Hemo bi nasnav Avesta Xabûr ji gundê Bêlê yê navçeya Bilbilê Efrînê ye. Di sala 1998'an li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ji dayik dibe. Di biçûkaniya xwe de rihê berpirsiyarî û hezkirina welat hildaye li ser milê xwe. Avesta mezina malê bû û ji biçukaniya xwe ve di kesayeta xwe de rihê şoreşgerî ava dike. Ew zaroka malbatek welatparêz bû bi berpirsiyariya welatperweriyê xwe perwerde dike. Piştî çirûska şoreşa Rojavayê Kurdistanê geş bû, ew jî bi dildariyek mezin di sala 2014'an de beşdarî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dibe. Avesta Xabûr roja ku tevlî YPJ’ê bû di her kêliyê de xwe perwerde kir û di kesayeta xwe de ruhê fedayî avakir. Bi dildariyek mezin di nava Hêzên Antî-Teror de cih girt da ku parastina ax û welatê xwe bike.
"Avêsta bû sembola Berxwedana Serdemê"
Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk bi 72 balafirên şer êrîşî Efrînê kir. Avesta Xabûr jî tevlî wî şerî bû û di pêvajoya yekem ya Berxwedana Serdemê de li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê şer kir. Şer li wan deran pir giran dibe û ruhê fedaî yê ku di hundirê wê de heye xwest bersiva êrîşan bide. 27'ê Çileya 2018'an dema ku şer giran dibe xwe bombe dike û di tanga dewleta tirk de diteqîne û hêjmarek mezin ji leşkerên wan dikuje. Ji wê rojê şûn de navê Avesta Xabûr li her derê hate bihîstin û ew jî bû yek ji fedayi ya axa xwe. Piştî çalakiya Avesta Xabûr Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê 31'ê Çileya 2018'an goristana bi navê Avêsta Xabûr avakirin. Ruhê Fedayî yê Avesta Xabûr ku li Efrînê avakiriye, ji zarokan bigire heta mezinan bandorek mezin da çêkirin û bi ruhê Avesta Xabûr asta berxwedaniya gel hîn zêdetir bû. Goristana Avesta Xabûr, bi sedan şehîdên Berxwedana Serdemê hembêz kir û dibe goristana yekem a Berxwedana Serdemê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê. 
"Emê xeyala wê ya rizgarkirina Efrînê pêk bînin"
Yek ji hevrêya wê ya têkoşînê, şervana YPJ’ê Xwînda Şoreş, wiha qala têkoşer Avesta Xabûr dike: "Ez di serî de şehîd Avêsta Xabûr bi bîr tînim û em ê herdem riya wê bişopînin. Min şehîd Avêsta di sala 2016'an de naskir. Tişta herî balkêş di kesayeta şehîd Avêsta de ew bû ku rihê hevaltî di dilê wê de pir kûr bû. Yên ku bi şehîd Avêsta re dima pê ve dihate girêdan. Taybetmendiyek wê ya herî xweş jî ew bû ku tişta dizanî dida derdor û wan perwerde dikir. Demên ku me bi hev re derbas dikir, ez bi saya wê hînî xwendina pirtûkê bûbûm û her pêşniyar dikir ku ez pirtûkên Rêber Apo bixwînim. Avêsta bi ruhê fedekarî, ji bo welat û gelê xwe kar û xebat dimeşand. Her wiha ji bo pêkanîna hevsengiyê di navbera jin û mêr de têdikoşiya. Herdem qala xeyal û hêviyên hevalên xwe yên şehîd dikir û rastî jî tola bi hezaran hevalên xwe hilda. Herdem digot divê beriya ku em şehîd bikevin, li dijî êrîşên dijmin têbikoşin paşê şehîd bikevin, ji ber şehadetên me dijmin lawaz dike û dişkîne.  Piraniya nîqaş û diyalogên wê di derbarê xwe rêxisitinkirin û pewerdekirin bû. Daxwaza wê ya yekem ew bû ku rojekê Rêber Apo bibîne." 
Xwînda Şoreş wiha behsa kêliyên şer ên li Efrînê dike: "Dema dewleta tirk di 20'ê Çileyê de êrîşî Efrînê kir, şehîd Avêsta bi ruhê fedekarî tevlî şer bû û pişgirî dida hevalên xwe. Şehîd Avêsta pir girêdayî gelê xwe bû û baweriya wê pir zêde bû. Herdem digot gelê Efrînê têkoşerin û tucar dev ji axa xwe bernadin. Ji bo ku axa xwe ji dijmin biparêze canê xwe kir mertal. Çalakiya şehîd Avêsta Xabûr pir bi wate bû, gel û şervan hêza tolhildan û têkoşînê ji şehadeta wê girtin. Şehîd Avêsta bi çalakiya xwe peyam da dijmin û got 'Hûn nikarin bi hêsanî Efrîn dagir bikin'. Em ê her şopdarê riya şehîd Avêsta bin û xeyala ku Efrîna rizgarkirî em ê pêk bînin."
“Emê şopdarê Avesta bin”
Hevrêya wê ya têkoşînê, şervana YPJ’ê Binefş Koçer wiha qala têkoşer Avêsta Xabur kir: "Kêliyên Berxwedana Serdemê yên li gelê Efrînê li dijî dagirkeriyê dan destpêkirin, denvedanek cîhanî avakir. Ew ruhê berxwedanê heta vê kêliyê jî li Kantona Şehbayê dom dike. Di wê berxwedanê de gel û şervan bûn yek û li beramber êrîşên hov ên dewleta tirk têkoşiyan. Şerekî giran qewimî, lê me hêza xwe ya herî mezin ji şehîdên xwe digirt û bi wê ruhê me li dijî dagirkeriyê şer dikir. Em ê her şopdarên riya şehîdên xwe bin û heta em xeyalên wan ên Kurdistana azad pêk bînin, em ê her têbikoşin. Hevrêya me Avêsta Xabûr bi berxwedan û têkoşînek mezin çalakiya fedaî pêk anî û ev çalekî li dijî dagirkeriyê derbeya herî mezin bû.  Çalakiya wê bû çavkaniya hêza me û bû bersiva herî xurt ji êrîşên dewleta tirk û hevkarên wî."