Pirtûka Rojê: Nobedarê Gulên Kobanê

Di tîrmeha 2018’an de hatiye weşandin. Nivîskar û helbestvan Mizgîn Ronak bi çavên dînekî Kobanê berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya sala 2014’an li hemberî çeteyên DAIŞ’ê kiriye mijar û bi hostahiyek mezin xwendekarên xwe li nava hemû eniyên cengê digerîne. 
Dema ku hûn pirtûkê bixwînin, hûn ê bibînin ku kolan, tax û malên Kobanê hemû yek bi yek zindî dibin li ber çavên we û hûn dikarin hemû kêliyên şerê ku bi mehan qewimî hîs bikin, bi dîno (Neîmo) re kolan bi kolan, mal bi mal bigerin. Gulên Kobanê yên ku ji ber sermaya payîz û zivistanê pelên wan hişk bûne û bi toz û dûmana cengê şaxên wan hemû şikestine emanetên dîno ne. Hemû xeyal û hewldana dîno ew e ku toza gulên Kobanê paqij bike...