Portreya Rojê: Albertina Martinez Burgos

14’ê Adara 1981’an li Los Angeles, Şiliyê hatiye dinê. Li peyî xeyala xwe ya bûyîna rojnamegera rastiyan dikeve rê.
Despêkê di rojnameya rojane El Mercurio yê de dest bi karê nûçegihaniyê dike.
Paşê jî di beşa ronahiyê ya kanala televizyona Şiliyê Mega yê de dewam dike.
Dema li Santiagoyê çalakiyên protestoyi yên sala 2019’an dişopand û gelek dîmenên polîsên Şîliyê keşandi bû.
Di çalakiyan de şideta ku polîsan li ser jinên çalakvan didan meşandin jî dikêşa û dida dîtin.
Ev yek bû sedema xetereya jiyana wê û 22’ê Mijdarê 2019’an li mala xwe ya li Santiago yê mirî hat dîtin.