Portreya Rojê: Pêşenga başûrê Afrîkayê Ruth Mompati

Ruth Mompati jina ku destpêkê şaredara siyasî ya bajarê Vryburg ê bi rê ve biriye ye. Mîmara heqîqet û rûbirûbûnê ye, ew li hemberî rejîma nijadperest a 'Apartayt' 63 salan têkoşiyaye.

Navenda Nûçeyan - Ruth Monpati di 14’ê îlona 1925’an de hatiye dinê. Hem 63 salan şahidiya berxwedana başûrê Afrîkayê kiriye, hem jî milîtaniya wê kiriye. Ji ber van xebatên xwe yên navneteweyî bi navê 'Dayê Ruth' tê nasîn. Ew jineke bi têkoşîna xwe ya li hemberî rejîma nijadperest a Apartayt îmze avêtiye binê gelek rêgezên ku bandor li jiyana welatiyan kirine. Di heman demê de yek ji jinên rêberê ANC’ê bûye û yekem jina şaredara siyasî ya welatê xwe bûye.

Mîmara heqîqet û rûbirûbûnê Ruth Mompati li hemberî rejîma nijadperest a 'Apartayt' 63 salan têkoşiyaye. Ruth di temenê 89 salî de ji ber nexweşiya dil li bajarê Cape Town çû ser dilovaniya xwe.

Jina pêşenga ANC’ê

Hevala Nelson Mandela ya têkoşînê, Ruth sala 1952'an bûye endama Konseya Newetiya Afrîka (ANC). Ji milîtanên jin Ruth daxuyaniyên ANC’ê bi dektîloyê dinivîsî. Rêbera Jinên ANC’ê Ruth Federasyona Jinên başûrê Afrîkayê ava kiriye.

Salên girtîgeh û sirgunê

Di sala 1956'an de li hemberî herêmên ku mirovên spî li wan dijiyan û jinên efrîqî dersînor dikirin li bajarê Pretoriayê meşa jinan bi rêxistin dike û di meşê de tê girtin. Ruth a ku di salên jiyana xwe de ji surgunê bêpar nemaye di sala 1962'an neçar ma ji welat bireve û demekê li Tanzaniayê bijî. Ruth li sirgunê jî karê xwe didomîne, demekê perwerdeya leşkerî dibîne û dibe rêbera ANC’ê ya Tanzaniayê.

Yekem jina şaredara Afrîkayê

Piştî salên 1980'an êdî di qadên diplomasiyên navnetewî yên ANC’ê de cih digire û di hilweşîna rejîma nijadperest de pêşengiyê dike. Sala 1994'an piştî ku Nelson Mandela Serokê Dewletê tê hilbijartin Ruth dibe Rêbera mezin a başûrê Afrikayê ya Îsvîçreyê. Wê careke din îmze avêt binê rêgezeke din a welatê xwe. Ruth weke jina destpêkê ya şaredara siyasî bajarê Vryburgê bi rê ve dibe.

Navê 'Dayê Ruth' li bajêr kirine

Piştî şaredariyê, Ruth xebatên civakî bi rê ve dibe, ligel temenê xwe yê mezin jî ji têkoşînê veneqetiyaye, rêveberiya Komeleya Rêxistina Leşkerî ya Umkhonto Sizwe ya ANC’ê kiriye. Ruth a ku yek ji rêberên başûrê Afrika ye û weke 'Dayê Ruth' jî tê nasîn. Hê dijiya dema navê wê li bajêr kirine.

Dayika Afrîkayê Ruth 12’ê adara 2015’an ji ber nexweşiya dil çavên xwe li jiyanê girtiye. Ew hê jî dayê Ruth e û li hemû kuçe û kolanên bajêr bîranînên wê zindî ne.