Portreya Rojê: Marion Donhoff

Damezrênera rojnameya Elmanî "Die Zeit” Marion Donhoff bi qasî 55 salan edîtoriya rojnamê kiriye û ji ber serkeftina xebatê Xelata Aştiyê ya Ticareta Pirtûkan a Elmanya girtiye.

Navenda Nûçeyan - Damezrênera rojnameya Elmanî "Die Zeit"2’ê Marion Donhoff Kanûna 1909’an li Mulhouse yê hatiye dinê. Bi qasî 55 salan edîtoriya rojnamê kiriye û ji 1968'an heya 1973’an jî rêveberiya edîtoriya wê kiriye.

Endama Akademiya Huner û Zanistê ya Emerîkayê ji ber xebatên xwe yên serkeftî sala 1971’an Xelata Aştiyê ya Ticareta Pirtûkan a Elmanya girtiye.

Di 30'ê Mijdara 2009'an de, bi minasebeta 100 saliya wê Hikumeta Federal bi zêrînek bîranînê wêneyê wê dide çêkirin. Wêneyê wê ji hêla peykertraş Christian Hopfner ve hat çêkirin û li ser hevoka 'Hezkirina bê xwedî' nivîsand.

11’ê Adara 2002’an li Kaleya Crottorf ê jiyana xwe ji dest da.