Parîs Paloma bi rîtma keda nedîtbar dengê azadiya jinan radighîne
Parîs Paloma bi strana ‘Labor’ keda nedîtbar û barên hestyarî yên jinan tîne ziman. Muzîka wê ne tenê êşê nîşan dide, her wiha dibe dengê jinên ku piştî salên bêdengiyê, pirsên xwe yên ewil dipirsin.
Navenda Nûçeyan – Ji bo gihandina peyama xwe, ne hewce bû ku Paloma dengê xwe bilind bike. Wê tenê tiliya xwe danî ser birînan û ev bes bû ji bo wê.
Di strana xwe ya navdar "Labor" (Ked) de, ew ne tenê behsa keda bi wateya kevneşopî dike. Her wiha behsa wê keda nedîtbar dike ku jin di nav têkiliyan de pêk tînin. Lênêrîn, hembêzkirin û ragirtin, tekûzkirin, hilgirtina barên hestyarî û hewldana ji bo domandina her tiştî, tevî ku kes ferq nake ka çiqas ked tê dayîn. Ji nişka ve, ew tiştên ku em bi gelemperî wekî "erk" bi nav dikin, dibin mijara pirsên derbarê dadmendiyê de ka kî zêdetir dide û kî hatiye erkdarkirin ku barê zêdetir hilgire.
Hêza ku li pişt gotinan e
Lê hêza Parîs Palomayê tenê bi strana "Labour"ê ve sînordar namîne. Di stranên wekî "The Fruits","Boys, Bugs and Men" û "Drywall"ê de, ew berdewam dike ku ji goşeyên cuda ve nêzîkî heman pirsan bibe. Gelo di cîhanek ku beriya jin sînorên xwe diyar bike sînoran ji bo wê datîne de, jinbûn tê çi wateyê? Piştî ku jin ji mêj ve fêrî kêmkirina dengê xwe bûye, çawa dikare dengê xwe ji nû ve bilind bike?
Tiştê ku Paloma ji yên din vediqetîne ew e ku ew jinan wekî qurbaniyên bêçare nîşan nade û hêrsê jî nake armanca xwe ya tenê. Hêrsa wê ya di muzîkê de ne dawiya çîrokê, belkî destpêka wê ye. Ew kêliya keşfkirina wê yekê ye ku tiştê me wekî çarenûseke kesane didît, dibe ku ezmûneke hevpar be. Tiştê ku jinekê bi bêdengî kişandiye, dibe ku jineke din li cihekî cuda û bi heman awayî kişandibe.
Dengê ezmûnên hevpar
Ji ber vê yekê ye ku stranên wê gihîştin gelek jinan. Êdî gotin ne tenê yên stranbêj in, ew bûne qada ku guhdar tê de ezmûna xwe ya taybet dibîne. Jinek têkiliyeke ku ew westandibû û qels kiribû tîne bîra xwe, ya din wan demên ku neçar mabû ji bo her kesî xurt bimîne bi bîr tîne û ya sêyemîn jî cara ewil fêm dike ku ew westandina ku hîs dikir ne lawazî bû, belkî encama hilgirtina tiştan bû ku diviyabû bi tenê hilnegirtana ser milê xwe.
Dibe ku nirxa rastîn a hunera Parîs Palomayê li vir be. Ew ne tenê behsa jinan dike, her wiha ji bo hinek ji serpêhatiyên wan jî zimanekî diafirîne.
Di cîhanek ku jin timî neçar dimînin xwe rave bikin de, stranên Palomayê tiştekî cuda tînin ziman. Ne hewce ye ku tu her carê êşa xwe îsbat bikî da ku ew rastî be û ne hewce ye ku tu aram bî da ku mafê te yê bihîstinê hebe.
Pirsên ku cesaretê didin
Ev muzîk erê derbarê jinan de ye, lê di heman demê de muzîka dîtina dîsa ya xwebûnê ye. Derbarê wan sînoran de ye ku em fêr dibin deynin, derbarê wan dengan de ye ku piştî salên bêdengiyê em dîsa bi dest dixin û derbarê wê kêliyê de ye ku jin li jiyana xwe dinhêre û cara ewil dipirse, "Gelo min bi rastî ev hilbijart, yan jî ez tenê fêr bûm ku wê qebûl bikim?"
Ji ber vê yekê, Parîs Paloma ne tenê stranbêjeke ku li ser mijarên femînîst dinivîse, xuya dike. Ew nivîskareke ku hewl dide nav li tiştên ku demeke dirêj bênav mane bike û ezmûna kesane veguherîne pirseke berfirehtir.
Dibe ku tiştê herî xweş a ku stranek dikare bike ne bersivdana pirsên me be, belkî ew e ku di dawiyê de cesaretê bide me ku em wan pirsyar bikin.
Bi vî awayî, muzîka Parîs Palomê ne ji ber ku jin bêdeng bûn bû dengê wan, belkî ji ber ku wê bi bîra wan xist ku dengê wan her dem hebûye û tiştê ku carinan kêm bû, tenê peyv bûn.