Mustang: Serhildana pênc xwişkan a ji bo azadiyê

Fîlma ‘Mustang’ ku derhêneriya wê ji aliyê Denîz Gamze Erguven ve hatiye kirin, têkoşîna azadiya pênc xwişkên ku jiyana wan di nava zextên civakî û qaîdeyên kevneşopî de hatiye sînordarkirin vedibêje.

Navenda Nûçeyan – Pênc xwişkên ku hewl didin li gundekî biçûk ê Deryaya Reş bi awayejû azad mezin bibin, ji nişkê ve xwe di nava qedexe, zilm û qaîdeyên kevneşopî de dibînin.

Coşa zarokatiya wan cihê xwe ji jiyana bi deriyên girtî re dihêle. Lê ji bo wan çîrok li wir bi dawî nabe. Fîlma Denîz Gamze Erguven a sala 2015’an a bi navê ‘Mustang’ çîroka têkoşîna jinan ji bo kontrolkirina jiyana xwe bi riya tiştên ku pênc xwişkan jiyane vedibêje.

Jiyana pênc xwişkan, piştî windakirina dê û bavê xwe li cem dapîr û bapîrên xwe dijîn, rojek piştî dibistanê bi hevalên xwe yên xort re di deryayê de dilîzin, bi temamî diguhere. Ev kêliyên ku ji bo zarokan ji rêzê û kêfxweşî ye, di çavên kesên li derdora wan de vediguhere pirsgirêka namûsê.

Nêzikatiyên xwişkan ji aliyê mezinên malbatê ve nayên qebûlkirin û mala lê dijîn hêdî hêdî dişibe girtîgehê.

Zarokatiya wan ji destên wan tê girtin

Bi hinceta namûs û hişmendiya kevneşop, azadiya pênc xwişkan yek bi yek ji wan tê girtin. Pêşî derketina derve li wan tê qedexekirin, paşê destwerdan li her aliyê jiyana wan a rojane tê kirin. Tiştên di malê de tên guhertin, destwerdan li cilên wan tên kirin ji ji bo zewacê tên amadekirin.

Fîlm nîşan dide ka jiyana jinan çawa bi riya têgeha namûsê tê kontrolkirin û her wiha eşkere dike ka zextên civakî çawa jiyana keçên ciwan diguherînin.

Her pênc xwişk bi heman awayî bertek nîşanî jiyana ku li ser wan tê ferzkirin nadin. Hinek ji wan neçar dimînin bêdeng bin, hinek jî bi eşkereyî li ber xwe didin. Lê daxwaza wan a hevpar ew e ku jiyanê azad bijîn. Fîlm radixe ber çavan ku ev zext ne tenê pirsgirêkeke kesî ye, di heman demê de pirsgirêkeke civakî ye jî.

Riya Lale ya ber bi azadiyê ve

Di fîlm de xwişka herî biçûk Lale, weke yek ji karaktera ku red dike çarenûsa ji bo wan hatiye plankirin qebûl bike derdikeve pêş. Lale tiştên tên jiyîn lêpirsîn dike, şahidiya zewaca xwişkên xwe yek bi yek dike û ji bo guhertina pêşeroja xwe dikeve nava tevgerê.

Ji têkoşîna azadiya jinan re dibe neynik

‘Mustang’ bi riya çîroka pênc xwişkan kontrola civakî ya li ser beden, jiyan û pêşeroja jinan lêpirsîn dike. Mijarên weke zewaca zarokan, zextên namûsê, newekheviya zayendî û înkarkirina mafên jinan di warê biryardayînê de diteyîsîne.