Pirtûka Rojê: Bûyerên Krîtîk
Pirtûka binavê Bûyerên Krîtîk ya lêkolîna Veena Das a li ser tundiya civakî, travma û ji nû ve avakirina jiyana rojane, bêdengiya jinan a di nava bîra kolektîf de û wêrekiya nivîsandina şahidiya piştî tundiyê, digre dest.
Navenda Nûçeyan – Xebata teorîk û etnografîk a antropologê Hindî Veena Das ya li ser travma, tundiya civakî û siyaseta bedenê, derfetên axaftin û nivîsînê ya di nava civakan de û bi taybetî jî di jinan de rastî tundiyê hatine, nîqaşeke nû vedike. Xala sereke, li ser travmaya civakî, tundiya ku jin dikşînin û bûyerên Krîtîk ya ev tundî diafirîne. Veena Das, destnîşan dike ku tundî ne tenê dibe sedema wêrankirina fîzîkî, di heman demê de ziman û şiyana xwe ya îfadekirinê jî ji destê wê digre û "bûyerên Krîtîk" ava dike.
Ji nû ve avakirina jiyana rojane
Di vegotina Veena Das de, êş piştî karesatên mezin ên civakî û tundiya mêr-dewletê, dighîje asteke ku ji sînorên zimanê kevneşopî derbas dike. Tecrîd, teşhîra civakî û rejîmên bêcezatî yên pergalî yên jin piştî tundiya rastî tên rûbirû tên, jinan ber bi bêdengiyeke kûr ve dibe. Lê belê Veena Das tekez dike ku ev bêdengî ne teslîmbûn e, pirî caran parçeyekî bingehîn a pêvajoya mayîna li ser piyan û şîngirtinê ye.
Wêrekiya nivîsandinê
Di cîhana piştî tundiyê de, "axaftin" û "nivîsîn", li gorî Veena Das ne tenê vegotina rabirdûyê ye, di heman demê de temsîlkirina wêrekiya ji nû ve avakirina jiyana rojane ya parçebûyî û kirdebûyîn e. Şahidiyên ku jin di bîra kolektîf de digrin, heqîqetên ku vegotinên mêran û dîrokên fermî hewl didin veşêrin, derdixe holê.
Pirtûka Veena Das a derfetên şikandina bûyerên Krîtîk, dîtbarîkirina şahidiyan û afirandina zimanekî nû ya bi rûbirûbûna şopên tundiyê re pêşkêş dike, di têkoşîna mafên jinan de hebûna xwe ya wekî stûneke bingehîn didomîne.