Malîka El-Fasî ya ku ji bo serxwebûna Mexribê şer kiriye
Di navbera rojnamegerî, xebata veşartî û aktîvîzma civakî de, Malîka El-Fasî riyeke bêhempa vekir ku bandora wê hê jî li ser bîra Mexribê heye.
Navenda Nûçeyan – Di serdemeke ku siyaset tenê karê mêran bû de, Malîka El-Fasî ji bajarê Mexribê bi pênûs û hişmendiya xwe derket pêş da ku dîroka têkoşîna neteweyî û civakî binivîsîne. Ew bû yekem jina ku di sala 1944’an de, bi 65 mêran re, belgeya serxwebûna Mexribê dixwaze îmze kir.
Malîka El-Fasî di sala 1919’an de di malbata El-Fasî de ku xwedî zanîn û çalak bûn de ji dayik bû. Bi zanyarên navdar ên Zanîngeha Qerawiyînê re dima û di civînên veşartî yên di mala xwe de guh dida axaftinên li ser şoreşê. Di 18 saliya xwe de, tevlî tevgera neteweperest bû beşdarî hucreya veşartî ya "Ta'ifa" bû.
Yekem jina ku dibe dengê jinan
Malîka El-Fasî di salên 1930’an de rojnamegerî kir, bi navên li xwekirî yên weke "Fatat el-Medîna" (Keça Bajar) û "Bahithat el-Medîna" (Lêkolînera Bajar) nivîsand, neheqiyên li ser jinan eşkere kir û mafê wan ê perwerde û beşdariya siyasî parast. Ew yekem jina Mexribî bû ku dest bi pîşeyê rojnamegeriyê kir û di demeke ku dengê jinan hatibbû birîn de, nivîsand.
Ji jinan re zanîngeha El-Qerawiyînê vekir
Dema ku xwendina zanîngehê ji Malîka re hat qedexekirin, bavê wê mala wan ji bo wê veguherand dibistaneke taybet. Piştî salan, wê ji bo vekirina Zanîngeha El-Qerawyîn ji bo jinan parêzvanî kir û daxwaza wê hat qebûlkirin. Ew bû yekem kes ku rê li ber perwerdeya zanîngehê ya jinan li Mexribê vekir.
Yekem komeleya jinan li Mexribê vekir
Malîka El-Fasî yekem komeleya jinan li Mexribê bi navê "Xwişkên Paqijiyê", damezrand û kampanyayên li dijî nexwendinê, bi taybetî di nava jinan de, birêve bir. Her wiha komeleya "Wekhevî" damezirand da ku piştgiriyê bide kesên hewcedar û di nava Partiya Îstîqlalê de ji bo jinan bû dengê bi hêz.
Gelek caran hatiye xelatkirin
Ew ji hêla UNESCO û Lîga Perwerdeya Mexribê ve hat xelatkirin û hikûmeta Rûsyayê xelata Dostaniyê da wê. Di sala 2005’an de, ji bo rola wê di serxwebûna neteweyî de, Xelata Textê ya Pola Yekem girt.
Li pey xwe mîrateyek bi têkoşînê dagirtî hişt
Malîka El-Fasî di 12’ê Gulana 2007’an de koça dawî kir û li Rabatê hat veşartin. Malîka mîrateyek têkoşînê û navekî ku di bîra neteweyê de weke sembola jina berxwedêr, nivîskar û perwerdekar ku bawer dikir azadî bi perwerdeyê dest pê dike, li pey xwe hişt.