Lêgerîner û afrînerên jiyana azad Zehra, Hebûn û Yadê Emîne (1)

Endama Kordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel a ji aliyê dewleta tirk ve hat hedefgirtin, di nava şoreşa jinan a Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mîrateyek ava kir û ji tevahî jinan re bû çavkaniya hêz, bawerî û têkoşînê.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Dîroka Kurdistanê bi têkoşîn, fedakarî û pêşengiya jinên Kurd navdar e. Jinan di hemû serdeman de rola xwe di parastina welat, ax, nirx, hebûn, çand, nasname û destkeftiyên jinan de lîstin. Nemaze jinên ku bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di têkoşîna xwe de bingeh girtin, dikaribûn di sedsala 21`emîn de pêşengiya afirandina jiyana azad ji tevahî jinên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê re bikin.

Bêguman çawa ku ji destpêka dîrokê ve pergala zayendperest a baviksalarî di her derfetê de êrîşî jinên ku li dijî hişmendiya serdest têdikoşin kir, ev rastî heta roja îro jî berdewam dike. Li cihê ku têkoşîn, deng û rengê jinên azadîxwaz hebe, êrîşên bi armanca qirkirinê jî hene.

Ev rastî di roja îro de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewime ku jinên ji pêkhatiyên cuda bi pêşengiya jinên Kurd şoreşa jinan dest pê kirin û pergalek demokratîk û wekhev ava kirin. Li hemberî destkeftiyên jinan û civakê hêzên hegemon ku hewl didin bi riya dewleta tirk hemû planên xwe bi cih bînin, jinên siyasetmedar, çalakvan, fermandar û pêşeng hedef digrin. Siyasetmedar Hevrîn Xelef, Yadê Eqîde, Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, dayika Emîne Weysî, Seda El-Hermas, Hind El-Xidêr, Rojîn Îso, Nujiyan Ocelan, Viyan Kobanê, Dilar Heleb, Ronahî Kobanê, Cîhan Nidal Elî û bi dehan jinên din bi zanebûn hatin hedefgirtin.

Komkujiya 23`ê Hezîranê li hember tevahî jinan bû

Balafirên bê mirov (SIHA) yên dewleta tirk di 23`ê Hezîrana 2020`an de maleke welatparêz li gundê Helincê yê li Rojhilatê Kobanê bombebaran kirin. Di encama êrîşa bi plan û zanebûn de endama koordînasyona Kogreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel, rêveberiya Kongreya Star a navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl, xwediya malê dayika welatparêz Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Di serî de Rêxistina Kongreya Star, hemû rêxistin û saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, saziyên civaka sivîl û gelên herêmê ev êrîş bi tundî şermezar kirin. Ji lewre Kongreya Star 23`ê Hezîranê "Roja têkoşîna li dijî cînayetên li ser nasnameyên siyasî yên jinan" îlan kir.

Jiyan, sekn û tevgera hersê jinên ku bûn hedefa dewleta tirk cuda bû lê ya ku hersê anîn gel hev azadiya jin û hezkirina welat bû.

Rêwiya azadiyê Zehra Berkel kî ye?

Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel di 1987`an de ji dayik bûye, ew ji gundê Berxbotan ê Başûrê Kobanê ye. Zehra ku zaroka çaran e di mal de, di nava malbateke welatparêz ku ji 5 xwîşk û 4 birayan pêk tê, ji dayîk bû. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Kobanê xwend, pişt re li zanîngeha Helebê du salan beşa hiqûqê xwend. Bavê wê Bekir Berkel ji ber nexweşiya di 2013`an de jiyana xwe ji dest dide, ji ber vê Zehra berpirsyariya dayik, xwîşk û birayên xwe hildide ser milên xwe. Zehra xwedî gelek taybetmendiyên weke rûkenî, dilnizmî, displîn, perpirsyar, civakî, komînal û hwd. bû ku ji aliyê malbat, heval û cîranên xwe ve dihat hezkirin.

Di gelek qadan de xwedî ked bû

Zehra bi rehên xwe yên Kurdewarî ve girêdayî bû, ji ber vê ew di zanebûna tevahî polîtîkeyên rejîma Baasê de bû. Ji lewre beriya ku şoreşa 19`ê Tîrmeha bi rê bikeve, ew 5 salan mamosteya zimanê Kurdî bû ku bi sedan zarok, ciwan û dayik fêrî zimanê xwe yê zikmakî kirin. Bi vê rengî jî Zehra beşdarî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû, weke bi hezaran jinên din rola xwe di nav de lîst. Di 2012`an de xebatên Mala Jin dest pê dike, piştre di 2013`an de di Heyva Sor a Kurd de dixebite. Lê ji ber rewşa aborî ya malbatê, Zehra neçar dimîne ku li gel malbata xwe derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û karên çandiniyê bike. Di vê navberê de êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser Kobanê dest pê dikin, Zehra li Bakurê Kurdistanê xebatên rêxistinkirina jinan berdewam dike. Piştî ku Kobanê di 26`ê Çileya 2015`an de rizgar bû, malbata Zehra vegeriya Kobanê û wê du salan xebatên dîwana Meclisa Edaletê kir. Di 2017`an de Zehra di asta hevserokatiyê de xebatên Şaredariya Kobanê dike û li rex wê jî kar û barên Rêveberiya Xweser jî dide meşandin.

Ji hemû aliyan ve têgihîştî bû û xwe di Kongreya Star de gihand lûtkeyê

Di 2018`an de rêxistina Kongreya Star ya herêma Firatê 8`emîn konfransa xwe li dardixe. Zehra di encama pêşniyar û hilbijartinên ku tên çêkirin de, dibe endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê. Ji bo ku ew bikaribe xebatên jinan bide meşandin, Zehra perwerdeya bîrdozî li herêma Cizîrê dibîne û êdî dest bi rêwîtiya xwe ya ber bi azadiya jinan dike. Ji ber ku Zehra kesayeteke çalak bû, alîkarî û desteke her dem dida hawirdora xwe. Ji ber vê li kêleka xebatên xwe yên koordînasyonê, di Mala Jin û Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan de xebat da meşandin. Zehra di tevger, danûnstandin, biryargirtin, çareserî û pêşniyarên xwe de kesayeteke têgihîştî bû, wê her dem digot ku ew bi saya perwerde, xwendin û naskirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihîşt wê astê.

Zehra Berkel çawaniya serkeftinê anî ziman

Zehra Berkel di hevdîtina xwe ya herî dawî ya bi ajansa JINNEWS’ê re wiha dibêje: "Di encama gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên de, jin rojane tên hedefgirtin. Lê wê dewleta tirk nikaribe bi hewldanên xwe yên tunekirin û teşhîrkirina rêxistina jinan, proje û planên xwe bibe serî. Em ê bi têkoşîna jinên azad rêxistina xwe xurtir bikin."

Weke Zehra Berkel ku ji gotinên xwe teqez û bawer bû got, rêxistina Kongreya Star li ser şopa mîrateya ku li pey xwe hişt rêxistina xwe mezin û bihêztir kir û xwe gihand gelek jinên civakê.        

Di duyemîn salvegera komkujiya Helincê de xwîşka Zehra, Dilê Berkel behsa kesayet û sekna wê kir.

"Kesayeta wê gelek balkêş û bi bandor bû"

Dilê Berkel diyar kir ku Zehra di nava malbatê de pêşeng bû wiha got: "Di nava malbatê de kedeke Zehra ya mezin hebû, bavê min her tim nexweş bû û Zehra ya mezin bû di mal de, ji ber vê ew bi hemû berpirsyaran radibû. Ew xwedî kesayeteke bihêz, jixwebawer û zîrek bû, ji ber vê dayik û bavê min ji hemû zarokên xwe zêdetir nirx didan wê û Zehra jî li gorî wê tevdigeriya û heman nêzikatî li hemberî xwişk û biryarên xwe raber dikir. Ji bo vê me her dem nêrîn û şîret ji Zehra digirt ji ber baweriya me hebû ku riya rast nîşanî me dida. Gelek xetên sor di jiyana Zehra de hebûn lê ya bingehîn jin bû. Zehra beşa hiqûqê xwendibû, ji ber lêgerînên wê yên parastina jinan ji hemû rêbazên êrîşan di asteke bilind e bûn. Dema ku bêbextî ji aliyê civakê ve li ser jinekê dihat kirin, Zehra pir pê dêşiya û digot ev gotin li ser min, xwişk û tevahî jinan e."

"Ez ê xwesteka xwîşka xwe bi cih bînim"

Dilê Berkel anî ziman ku Zehra daxwazek jê kiribû, ew ê vê yekê jî di pêşerojê de bi cih bîne û got: "Her kes min dişibîne Zehra her wiha tevî ku ez a herî biçûk im di mal de û ew a herî mezin bû lê me hêz ji hev digirt. Her dem şîret li min dikir da ku kesayeta min bi rengekî rast ava bibe. Xwesteka wê ji min ew bû ku ez beşdarî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bibim û ji min re digot lê divê ku tu jiyana xwe ji dest nedî ji ber ez diêşim, ji ber ku min heta niha ev yek bi cih neanî ez gelek xemgîn im. Ez ji ber rewşa dayika xwe ya tendirustî heta niha mame, ji ber Zehra gelek nirx dida dayika me ez jî dixwazim layîqî vê yekê bim û weke Zehra xwedî li dayika xwe derkevim. Lê rojek mabe jî ez ê xwesteka wê bi cih bînim û beşdar bibim."

Dilê Berkel bi van gotinan behsa komkujiyê kir: "Şehadeta Zehra di nava malbatê de û giştî civaka Kobanê de gelek dijwar û bi êş bû. Dewleta tirk jî ev hersê jinên ku bi salan ji bo serxistina şoreşa jinan ked dan, bi zanebûn hedef girt."