Fîlmê Deriyê Xewnan: Jin çawa dikare azad be?
Deriyê Xewnan (Dream’s Gate) belgefîlmeke derhênera jin a ji Rojhilatê Kurdistanê Negîn Ehmadi ye. Di vî fîlmê ku ji Îranê ber bi bakurê Sûriyê ve diçe de, Negîn dikeve nav cîhana jinên Kurd ên ku di nav YPJ’ê de li dijî DAÎŞ’ê şer dikin.
Navenda Nûçeyan – Armanca wê tenê tomarkirina şer û jiyana van jinan nîne. Ew bi kameraya xwe, li pey bersivekê ji bo pirsên ku di hundirê wê de mezin bûne diçe: Jin çi ye? Azadî ji bo jinê tê çi wateyê? Mirov ji bo azadiyê dikare çi qas bide?
Negîn, ji civakeke baviksalar tê û piştî hevberdanê xwe di nav rewşeke dijwar de dibîne. Dîtina wê ya li ser jinên Kurd ên Rojava û awayê sekna wan a li hember sîstemên baviksalar, dibe sedem ku ji Îranê derkeve û bi wan re bijî. Bi vî awayî, rêwîtiya wê ya li beramberî jinên şervan, dibe rêwîtiyek navxweyî jî.
Tenê portreyek ji jinên Kurd ên di şer de nîne
Di destpêkê de jinên şervan nahêlin ku ew bikeve nav cîhana wan. Lê hêdî hêdî Negîn nêzîkî fermandarekî jin a Kurd, Nesrîn Abdullah dibe. Nesrin destûr dide wê ku jiyana rojane û perwerdehiya şervanan zêdetir bibîne û tomar bike. Piştî vê nêzîkbûnê, kamera ji amûrekî tomarkirinê zêdetir dibe hevalekî razdar ji bo derhênerê.
Deriyê Xewnan tenê portreyek ji jinên Kurd ên di şer de nîne. Fîlm li ser nirxa azadiyê radiweste. Negîn Ehmedî di dîtina xwe ya destpêkê de van jinan wekî ‘sembola hêz û azadiyê’ dibîne. Lê dema ku bi wan re dijî û rojên wan ên şer, dostanî, ken, tirs, tenêtî û windabûnê dibîne, wêneyê wê yê destpêkê diguhere. Ji bo wê, şoreş tenê wêneyekî bedew a ji dûr ve nîne; şoreş xwedî bihayek heye.
Pirsên ku fîlm ji bo me dihêle
Ev pirs fîlmê ji belgefîlmeke li ser şervanên jin zêdetir dike. Ew dibe dîrokek jinan ya li ser nasname, azadî, tirs û hêvî. Ji ber ku Deriyê Xewnan ji me dixwaze ku jinên şervan ne wekî wêneyên dûr û bêdeng, her wiha mîna mirovên bi daxwaz, tirs, kêfxweşî, dostanî û windahiyan bibînin.
Fîlm ji aliyê jinê ve hatiye çêkirin û kamera di destê jinê de ye
Her wiha, ev fîlm ji aliyê jinê ve hatiye çêkirin û kamera di destê jinê de ye. Ev jî perspektîfeke din dide me ji bo temaşekirina jiyana jinên Kurd ên di nav şer û pevçûnê de. Fîlm ji aliyê festîvalên navneteweyî ve jî hatiye nîşandan û di çalakiyên fîlmê de wekî belgefîlmeke çavdêrî û kesane hatiye pênasekirin. Deriyê Xewnan ji bo kesên ku dixwazin li derveyî wêneyên asayî yên li ser şer û jinan, deng û jiyana hundirîn a van jinan bibînin, hilbijartineke baş e.