Qesr-e-Qend: Lehî tenê malan tune nake

Romana ‘Qesr-e-Qand' a Bita Qelandar çîrokeke êş û berxwedana gelê Belûcistanê ku lehî, xizanî û kevneşopî gefê li jiyana malbatan dixwe ye.

Navenda Nûçeyan – Berhema bi navê ‘Qesr-e- Qand' a Bîta Qalandar çîrokeke ji Belûcistanê ye, xweza, xizanî û kevneşopiya jiyana mirovan di rewşeke krîzê ya domdar de dihêle.

Çîrok, bi barana dijwar ku piştî salên hişkesaliyê, mal û jiyana xelkê gundê Sitalê wêran dike dest pê dike. Lê lehiya di vê pirtûkê de ne tenê karesateke xwezayî ye; hincetek ji bo derxistina birînên ku berê di jiyana mirovan de hene ye. Bi riya jiyana Qelandar, Humayra, Xodabaxş, Nahîd û Osman, pirtûk civakek ku xizanî, koçberî, têkiliyên malbatî û kevneşopiyên kûr, şekil dide çarenûsa mirovan vedibêje.

Kes barê jiyanê yê giran dihilgire

Li vir, jin ne tenê karakterên duyemîn in; ew di navenda gelek krîzan de ne û beşek mezin ji barê jiyana malbatê hildgirin.

Yek ji aliyên bihêz ên pirtûkê baldariya li ser hûrgiliyên herêmî û hewldana wê ya ji bo nêzîkbûna jiyana xelkê Belûcistanê ye. Ziman, bawerî, têkiliyên malbatî û têkiliya mirovan bi xwezayê re nasnameyeke bêhempa dide çîrokê û Belûcistanê ji erdnîgariyeke dûr û nenas vediguherîne cihekî mirovî û berbiçav.

Lê belê ‘Qesra Şekir’ hinek caran li cihê ku bikeve kûrahiya karakteran, vegotinê bi rêzek felaketan giran dike. Lehî, xizanî, nexweşî, koçberî û qeyranên malbatî li pey hev tên û di hinek beşan de dem têrê nake ku karakter hêdî hêdî nefesê bigrin û bi pêş bikevin. Ev rewş dikare hêza hestiyarî ya hinek bûyeran kêm bike.

Sernavê pirtûkê dikare wek motîfek ji bo jiyanê bê dîtin

Lê hêjahiya pirtûkê ew e ku êşê nake îmgeya giştî û dûr a mirovahiyê. ‘Qesra Şekir’ der barê jiyana kesên ku li hemberî bêpariyê, ji bo parastina malbat, mal û hêviyên xwe têkoşîna xwe didomînin de ye.

Belkî sernavê pirtûkê dikare weke metaforek ji bo jiyanê bê dîtin; di dîtinê de qesreke saxlem û mayînde xuya dike lê lehî eşkere dike ku çiqas ji wê li ser hêvî, bîranîn û berxwedanê hatiye avakirin.