Dengê bilind ê jinên Îranî yê li dijî qedexeyan: Meryem Axondy
Meryem Axondî, li dijî astengiyên ku rê li ber jinan digirin û nahêlin li Îranê di qadên giştî de stranan bêjin, muzîkê kir qadeke berxwedanê. Bi koma Banu ya ku ava kiriye re stranên kevneşopî yên jinên Îranî anî ser dikên cuda yên cîhanê.
Navenda Nûçeyan- Meryem Axondy bi muzîkê, li dijî astengiyên ku nahêlin jin li Îranê di qadên giştî de stranan bêjin, bi salan e li gelek welatên cîhanê derdikeve ser dikê. Meryem Axondy di sala 1957’an de ji dayîk bûye, piştî Şoreşa Îslamî ya 1979’an welatê xwe terikandiye û li Ewropayê bi cih bûye. Meryem Axondy ku ji sala 1986’an vir ve li Elmanyayê dijî, hem muzîka kevneşopî ya Îranî zindî dihêle û hem jî stranên ku ji hêla jinan ve ji bo nifşan têne vegotin, tîne ziman. Koma wê ya bi navê Banu ya jinan ku bivê armancê ava kirî, dengê jinên Îranî dighîne sehneyên cuda yên cîhanê.
Meryem Axondî li Tehranê perwerdeya muzîka klasîk wergirt. Ew xwendekara kesayetiyên girîng ên muzîka klasîk a Îranî, Ostad Esmail Mehrtasch û Ostad Nassrullah Nassehpour bû. Piştî Şoreşa Îslamî ya 1979’an, ji ber zehmetiyên ku bi taybetî hunermendên jin pê re rû bi rû diman, wê Îran terikand û li Ewropayê bi cih bû. Ji sala 1986’an vir ve, Meryem Axondy li bajarê Koln ê Elmanyayê dijî û li wir xebata xwe ya muzîkê didomîne.
Li gelek deverên cîhanê konser da
Meryem Axondy piştî li Ewropayê bi cih bû, bi muzîkjenên din ên Îranî yên sirgûnkirî re xebitî. Li Elmanya û Skandînavyayê bi komên muzîka kevneşopî ya Îranî Nawa û Tschakawak re konser dan. Piştre wê komek ji sê heta pênc muzîkjenên ku perwerdeya muzîka klasîk girtin, Ensemble Barbad damezrand. Kom di nava salan de, li gelek bajarên Ewropayê derketin ser dikê.
Yek ji projeyên ku Meryem Axondy bi Ensemble Barbad re amade kiriye Sarmast e. Ev peyva ku di farisî de tê wateya ‘serxweşbûn’ê, bandorbûna gotinên helbestvanên mezin ên Îranê bi taybetî Hafiz di projeyê de îfade dike. Albûma Meryem Axondy ya Sarmast ku ji besteyên ku ji helbesta klasîk a farisî û muzîka kevneşopî ya Îranî îlhamgirtine pêk tê, di sala 2006’an de hate weşandin.
Stranên jibîrkirî yên jinên Îranî ji nû ve zindî kir
Yek ji berhemên herî berbiçav ên Meryem Axondy koma Banu ye ku bi temamî ji jinan pêk tê bû. Ev kom di navbera salên 1999 û 2000’an de hatiye damezrandin, wek projeyek muzîkê li dijî qedexeyên li ser stranbêjiya jinan li qadên giştî yên Îranê derket holê.
Li Îranê, di demek ku ji bo stranbêjên jin pir dijwar bû, li qadên giştî stranan bêjin, stranbêjiya jinan bi piranî di cihên taybet de sînordar bû. Jinan li malê, dema karên xwe yên rojane dikirin, dema li zeviyan dixebitin, an jî di şahiyên ku jin lê dicivin de stran digotin. Bi derbasbûna salan re, Meryem Axondy van stranên jinan ên kevneşopî berhev kir û ji nû ve derxist. Wê van berheman di albûma xwe ya Banu- Stranên Jinên Îranî de ku di sala 2004’an de hate weşandin, de kom kir.
Albûm ji stranên keveneşop pêk tê
Banu ku di zimanê Farisî de tê wateya ‘jina esîlzade’ an ‘jina navdar’, di heman demê de rêwîtiyek muzîkê li herêm û çandên cûda yên Îranê temsîl dike. Albûm ronahiyê dide ser kevneşopiya stranbêjiya jinên Îranî û baweriya bi xwe ku ev kevneşopî temsîl dike.
Beşek girîng ê stranan pir zindî û enerjîk in û bi amûrên lêdanê têne pêşkêşkirin. Di vî warî de ku bi gelemperî bi aramtir û melankolîktir tê nasîn, ji muzîka Îranî cuda ne. Di stranên gelêrî yên kevintir de, mîzah, îronî û şopên jiyana rojane û taybet a jinên Îranî derdikevin pêş. Koma Banu li Ewropa, Tirkiye û Tunisê, heta sala 2012’an konser dan.
Meryem Axondy di Xelatên Caz yên WDR 2023’an de ji ber xebata xwe ya di pîşeya muzîkê de di kategoriya ‘Çandên Muzîkê’ de xelat wergirt. Werin em bi hev re guh bidin dengê serhildêr ê Banu…