Buyera Rojê: 17’ê Gulanê roja yekemîn parkirina Kurdistanê

Di 17'ê Gulana sala 1639'an de du Împaratorên Rojhilata Navîn Osmanî û Sefewî yan bi peymana Qesra Şîrîn xaka Kurdistanê dinavbera xwe de parçekirin. Peymana yekem parkirina axa Kurdistanê jî kirin Qesra Şîrîn ye.

Piştî şerê 150 salan dinavbera Împaratoriya Sefewî û Osmaniyan, dawiyê 17'ê Gulana sala 1639'an li Qesra Şîrîn a Rojhilatê Kurdistanê herdu împaratoryetan peymanek îmze kirin. Li gorî peymanê beşek ji Kurdistan û hemû Îraqê ji Îranê hat cûdakirin û ji bo Osmaniyan hat veqetandin. Li beramber de jî Sefewiyan Êrîvan xwestin.