Buyera Rojê: 1’ê Nîsanê cejna Akitu

.

Cejna Akitu ji pêvajoya împeratoriya Babîl û Asuran heya niha dewam dike. Ji beriya zayînê 4750’an heya niha her 1’ê Nîsanê ji aliyê Suryanî, Asurî, Keldanî, Nasturî, Aramî û Maruniyan ve tê pîrozkirin.

Her yek ji van gelan wateyek cuda didin vê rojê. Hinek ji wan bi navê Xa Binîsan hinek jî bi navê Akitu pênase dikin. Her çendî navên cuda lêbikin jî ji bo hemûyan sembola hatina biharê û bereketê ye. Li gorî Asuriyan 1’ê Nîsanê sembola bereketê ye.