Portreya Rojê: Derhêner Pûran dêrexşendeh

.

Derhêner, sînemager û senarîst Pûran dêrexşendeh 27'ê Adara 1951'an li bajarê Kirmanşah ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

Weke endama Komeleya Emerîka ya Jinên Sînemager (WIF) û Sînemagerên Serbixwe yên Emerîkî (IFP) xebat daye meşandin. Piştî şoreşa civakî ya Îranê ya 1979'an, bi 'fîlmê Têkilî' ku di 1986'an de hatiye derhînerkirin weke yekem Sînemagera navdar tê hesibandin.