Îran û Rojhelat bi yek dengê dibêjin: Jin, jiyan, azadî!

Jin, jiyan, azadî ji bo gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên bi gelek zimanên cûda diaxivin û xwedî bawerî û çandên cûda ne deng, henase û û daxwaza hevpar a gelan e...

Navenda Nûçeyan – Dirûşmeya sereke ya xwepêşandanên ku di 16'ê Îlonê de li Îranê û bajarên Rojhelat dest pê kirin, “Jin, jiyan, azadî” li ser zimanên Farsî, Azerî, Kurdî, Belûç û gelek gelên din ên herêmê wek daxwazeke hevbeş deng vedide. Jin jiyan azadi ber bi bûyîna diruşma şoreşa Îranê ve diçe.