Strana Rojê: Suna Alan - Tu Bihata

Gotin: Arjen Ari

Muzik: Suna Alan

Suna Alan ku bi şirovekirina xwe ya bêhempa di Muzîka Kurdî de tê naskirin, strana xwe ya bi navê “Tu Bihata” bi etîketa Red Muzîka pêşkêşî muzîkhezan kir.

Gotinên helbestê yên helbestvan Arjen Arî ye ku di helbesta nûjen a Kurdî de xwedî cihekî girîng e û mûzîka helbestê jî ya Suna Alan e.​ Tu Bihata mînakeke xweş a muzîka Kurdî ya klasîk û nûjen e û li ser aranjmanên wê jî îmzeya Bariş Guney, yek ji muzîsyenên sereke yên Tirkiyeyê, heye.​ Stran li ser hemî platformên dîjîtal ji hêla label Red Music ve li Brîtanyayê hate weşandin û Berdin Pamukçu li gîtarê, Giulio Granchelli li gîtara bas, Atakan Gözetlik li trompetê, Guneş Karaduman li trombonê û Ömer Aslan li ser rîtman cîhe xwe digrin. Wenêya stranxê ku wêneyên Ronesansê tîne bîra mirov, îmzeya Çiğdem Boru heye.

Gotinên stranê:

Tu Bihata Tu bihata, Nêrgizlokê j'êvar de rêber dibû

Kîjan xofê nehişt ku tu bidî rê xayînê,

Himbêzek ramûsan man li keviya çêm,

Te gotibû îşev têm, ez Îşev têm,

beriya hiv dagere kevan

beriya hîv dagere kevan

Tu bihata, kaniyek din li Xanikan zêde d'bû

Tu bihata, Nêrgizlokê j'êvar de rêber dibû

Ma gund raneza, ma sa ranezan xayînê, bihata

Dilê min, ax Dilê min

Sed carî di sînor werbû!

Sed carî di sînor werbû!