Raidat 4 hezar û 463 projeyên aboriyê yên jinên Tûnisê finanse kiriye

Bernameya "Raidat” a ku ji sala 2016'an ve li Tûnisê hatiye destpêkirin, di warê projeyên mezin û biçuk ên jinan de xebatê dide meşandin û heta niha 4 hezar û 463 proje fînase kiriye.

 Tûnis - Tevî ku bernameya "Raidat" li ser bingehên zanistî û lêkolînên, bihêzkirina aboriya jinan û karsazên jin hatiye avakirin. Li gorî raporek Wezareta Malbat, Jin, Zarok û Kesên Temen Mezin hate zanîn ku hin kêmasiyên di nebûna siyasetek giştî û nêrînek zelal a ji bo bi hêzkirina aborî ya jinan û li hevkirin kêm dimîne. Nebûna lêkolînên zanistî yên li ser karsaziya jinan ku statîkên li gorî nêzîkatiya zayendî pêşkêş dikin, zehmetiya diyarkirina çavkaniyên diravî, nebûna projeyên nû yên ku bi nûvekirinê ve girêdayî ne û nebûna mekanîzmayên teşwîqê yên wekî xelat, pêşbazî û mekanîzmayên gihiştîna bazarê bandorek nerênî li ser xebatê dike.

Raidat 4 hezar û 868 pirojeyên jinan fînanse kiriye

Hêz û qelsiyên vê bernameya ku ji "Raide" derbazî "Raidat" bûye jinên Tûnisî bi projiyên navîn û mezin bihêz bike. Heta destpêka vê salê vê bernamê keriye 4 hezar û 868 pirojeyên fînanse bike.  

Wezaretê hewl da ku ji bo bernameyên pêşdebirina înîsiyatîfa aborî ya jinan û piştgirîkirina karsazî nêrînek nû bide. Bi pejirandina nêzîkatiyek zelaltir û berfirehtir ji bo karsaziya jinan, bi taybetî di sektorên hêviyê didin de afirandina mekenîzmayên ku jin karibin ji xizmetên piştgirî, fînanse û gihîştina bazaran sûd werigire. Pejirandina nêzîkatiya modela sê alî (sektora giştî, sektora taybet, civaka sivîl) û pejirandina teknolojiya nû ji bo gihîştina bazaran.

Raidat amadekariya 3 hezar projeyan dike

Bernameya neteweyî ya nû ji bo karsaziya jinan beşek ji siyaseta hukûmetê ye ji bo "pêşxistina veberhênan aborîya li ser bingehê wekheviya zayendî" xebatê dike. Her wiha armanca vê bernameyê ew e ku jinên bi xwe kar dikin, li hember xeteriyên civakî û aborî bibin xwedî berxwedaneke mezin. Di heyama pênc salên bê de, bernameya "Raidat" dê kar li ser çêkirina 3 hezar pirojeyan bike kutê payîn bi qasî 50 milyon dînar ji bo wê bê texmînkirin. Bi rêjeya salane 600 piroje, ji bilî dayîna nifşekî nû ji deynên navîn û mezin ku nirxê wan di navbera 100 û 300 hezar dînar de ye.